Lavrov: Em ê nehêlin êriş li Îranê bên kirin
- Cîhan
- |
- 5 Adar 2026 15:55
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê de got: "Rûsya, ji bo hawirdoreke ku operasyonên DYA û Îsraîlê rawestîne biafirîne, çi ji destê wê bê wê bike."
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di roja 6'an de berdewam dikin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê bi balyozên welatan re civiya ku li ser pêşketinên dawî yên li Îranê nîqaş bike.
Lavrov got: "Rûsya, ji bo hawirdoreke ku operasyonên DYA û Îsraîlê rawestîne biafirîne, çi ji destê wê bê wê bike. Hemû kesên ku ji ber êrişa DYA û Îsraîlê zirar dîtine hevkarên me yên stratejîk in. Em ê bi endamên din ên aştîxwaz ên civaka navneteweyî re her tiştî bikin da ku hawirdorekê biafirînin ku vê operasyonê bi tevahî negengaz bike."