Îranê êrişî baregeha Sazmanî Xebat kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê êrişî ser baregeha Sazmanî Xebat ya li Hewlêrê kir. 
 
Balafirekî bê mirov ya xwekuj êrişî ser baregeha Sazmanî Xebat ya li navçeya Rizgarî ya sînorê Hewlêrê kir. Li gorî agahiyên ewilê kesek birîndar bûye.Li gorî agahiyên ewilê kesek birîndar bûye.
 
Sazmanî Xebat yek ji Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye di nava Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistan Îranê de cih digire.
 
Hêjayî bibîr xistinê ye berî niha rejîma Îranê bi balafirên bê mirov yên xwekuj êriş bire ser Partiya Demokratîk ya li sînorê Koye ya ser bi Hewlêrê.