NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di Komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyan de ji Tirkiyeyê hate xwestin ku 16’ê Adarê weke “Roja Qirkirina Kurdan” nas bike.
Li ser fermana serokê dewletê yê Iraqê yê berê Sedam Hisên ku piştre hate darvekirin, li bajarê Helebce yê Herêma Federe ya Kurdistanê komkujî hate kirin û nêzî 5 hezar kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Kesên di Komkujiya Helebce û Komkujiya Bayazitê ya 16’ê Adara 1978’an de hatin qetilkirin, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de metna hevpar hate xwendin.
ŞIRNEX
Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li Kolana Hunerê daxuyanî da û kesên hatine qetilkirin bi bîr anî. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de pankarta "Em Qetlîama Helepceyê şermezar dikin û ji bîr nakin" hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Botanê (TUHAD-DER) Aydin Denîz ve hate xwendin.
‘LI HELEBCEYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATE KIRIN’
Di metna hevpar de wiha hate gotin: “Berî 38 salan, di 16’ê Adara 1988’an de, Komkujiya Helebceyê ya ku li Iraqê ji aliyê rejîma Baasê û dîktator Sedam Hisên ve hat kirin, yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê di bîranînan de hatiye neqşkirin. Di vê êrişa ku tê de çekên kîmyewî û biyolojîk hatin bikaranîn de zêdetirî 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes birîndar bûn û encamên giran ên mirovî yên ku dê bi nifşan bidomin derketin holê. Ev sûcê ku li Helebceyê hat kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû mirovahiyê hatibû kirin.
KOMKUJÎ BÛ YEK JI MÎNAKÊN HERÎ HOV A POLÎTÎKAYA BAASÊ
Rêveberiya Baasê ya wê demê li Iraqê, bi salan hewl da ku daxwazên gelê Kurd ên ji bo wekhevî, azadî û mafên demokratîk bi tundiya dewletê, zext û rêbazên leşkerî bitepisîne. Komkujiya Helebceyê jî bû yek ji mînakên herî hov ên vê polîtîkayê. Lê belê dîrokê bi eşkereyî nîşan daye ku komkujî, qedexe û polîtîkayên zextê nekarîne têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelan ji holê rakin. Tevî êşa giran a li Helebceyê, gelê Kurd dest ji têkoşîna xwe ya mafdar berneda û bi destkeftiyên ku bi dest xistin, ji bo geşedanên demokratîk ên li herêmê jî bû xwedî kedeke girîng. Dîrokê careke din nîşan da ku; rêbazên zext û tundiyê dikarin têkoşînên demokrasî û azadiyê bi rengekî demkî bitepisînin, lê nikarin ji holê rakin. Tevî ku çekên kîmyewî bên bikaranîn jî, lêgerîna gelan a ji bo edalet û azadiyê bi komkujî û tundiyê nayê sekinandin.
GELÊ KURD MEHKÛMÊ HÊZÊN HEGEMON Û ZORDAR NÎNE
Geşedanên herêmî û gerdûnî yên îro jî îşaret bi xalên nû û krîtîk dikin. Alozî û şerên ku li Rojhilata Navîn mezin dibin, gelan careke din bi rîsk û xetereyên mezin re rû bi rû dihêlin. Di vê pêvajoyê de, yên ku li bendê ne gelê Kurd di navbera hêzên hegemon û rejîmên paşverû û otorîter ên herêmê de tercîhekê bike, dê şaş bikin. Gelê Kurd ne mehkûmê navendên hêzên hegemon e, ne jî mehkûmê rejîmên zordar e.
RÊYA SÊYEMÎN RÊYA TÊKOŞÎNA KURDAN E
Têkoşîna gelê Kurd, bi têgihîştina ‘Rêya Sêyemîn’ a ku li ser bingeha wekheviya gelan û paşeroja demokratîk ava bûye, di herikîna xwe de berdewam e. Ev nêzîkatî diparêze ku azadî, aştî û çareseriya demokratîk bi vîna gelan bi xwe pêkan e. Gelê Kurd êdî ne çavkaniyeke mirovî ye ku tu hêz di demên teng de bikar bîne. Gelê Kurd gelek e ku hem li qadê û hem jî di qada dîplomasiyê de hebûna xwe îsbat kiriye û tu nêzîkatiyeke siyasî ya ku vê rastiyê nebîne, şansê wê yê serkeftinê nîne.
KESÊN HATINE QETILKIRIN BI BÎR ANÎN
Di salvegera Komkujiya Helebceyê de em kesên ku ev êrişa dijminê mirovahiyê pêkanîne careke din lenet û şermezar dikin, yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz, minet û bi xemgîniyeke kûr bi bîr tînin. Ji bo ku ev êşa mezin a ku di dîroka cîhanê de şop hiştiye neyê jibîrkirin û ji bo ku careke din tu hêz hewildaneke wiha li dijî gelê Kurd neke, têkoşîna me dê berdewam bike.”
Piştre jî Wekîla DEM Partiyê ya Bajar Newroz Uysal Aslan axivî û komkujiyên li Kurdan hatine kirin bi bîr xist. Newroz Uysal Aslanê, diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina van komkujiyan divê Kurd bibin yek û got: “Komkujiya Enfalê sûcêkî li dijî mirovahiyê ye lê hêj nehatiye qebûlkirin. Helebce jenosîd e û divê darizandineke qada navneteweyî de çêbibe. Kurd ê Helebceyê ji bîr nekin û dê hesabê bipirsin.”
Daxuyanî, bi dirûşma "Bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.
MÊRDÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî daxuyanî da û merasîma bîranînê li dar xist. Bîranîn, li Parka Karayollariyê hat lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Metna hevpar ji hêla berdevka demê ya platformê Gulbîn Onerê ve hate xwendin. Gulbîn Onerê bang li parlamentoyên cîhanê û Tirkiyeyê kir ku Komkujiya Helebceyê nas bikin. Gulbîn Onerê got ku dê komkujiyên Helebe, Beyazit û Gaziyê ji bîr nekin. Wekîla DEM Partiyê ya Bajar Bêrîtan Guneş Altin jî li dijî komkujiyan banga yekitiya neteweyî li gelê Kurd kir.
Daxuyanî, bi merasîma bîranînê bi dawî bû.
EDENE
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Yasemîn Dora Şekerê ve hate xwendin. Yasemîn Dora Şekerê kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku heta hesabê van komkujiyan tê pirsîn dê têkoşîna wan bidome.
HATAY
Şaxa ÎHD’A Îskenderûn a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxê Ayten Kilinçê anî ziman ku heta Tirkiye komkujiya Helebceyê weke “Komkujiya li Dijî Kurdan” nas dike dê têkoşîna xwe bidomînin.
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujî sûcên li dijî mirovahiyê ne” hate hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeynep Kayayê daxuyanî xwend. Zeynep Kayayê got: “Em dixwazin Tirkiye, 16’ê Adarê weke ‘Roja Qirkirina Gelê Kurd’ nas bike.” Zeynep Kayayê kesên di komkuiyan de hatin qetilkirin bi bîr anî.
RIHA
Platforma Ked û Demokasiyê ya Rihayê jî li pêşiya Novada Park AVM’ê ya li navçeya Xelîliyeyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mûrat Oruç daxuyanî da û got ku li dijî Kurdan sûcê qirkirinê hatiye kirin. Oruç, da zanîn ku di pêvajoya Enfalê de dora 150 hezar Kurd hatine qetilkirin û got dê komkujiyên Helebce, Beyazit û Gaziyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Kurdiya daxuyaniya hevpar aktivîta TJA’yê Adalet Erîşê xwend.
ENQERE
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi boneya Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî da. Di metan hevpar a li bajarên din jî hate xwendin de hat gotin ku armanca vê qirkirinê ji ber têkoşîna gelê Kurd bi ser neketiye.
Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî têkildarî komkujiyê pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê û xwest ev komkujî weke qirkirin were qebûlkirin.
'HELEBCE DI BÎRA GELÊ KURD DE DIJÎ’
Platforma Yekitiya Jinên Kurd jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da û got ku Komkujiya Helebceyê ne tenê trajedekiyeke herêmî ye lê di heman demê de bîreke xurt a êş û wêraniya Kurdan kişandiye ye. Platformê, diyar kir ku divê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin û got: “Divê Helebce, bibe hêza herî xurt a bîr, têkoşîn û yekitiya me.”
WAN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê li Qada Bajêr a Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujiya Helebcê ji bîr neke” hat vekirin û dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê Berdevkê Serdemê yê KESKê Vural Aytûrk xwend. Piştî daxuyaniyê, girse derbasî li Avahiya Platforma Şaxên KESKê ya Wanê, beşdarî pêşangeha wêneyan a ku derbarê komkujiyê de hatibû amadekirin bûn.
ERDÎŞ
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê li Erdişê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partıyê Veysi Dilekçi, Parlementerê DEM Partiyê Mahmut Dundar, Komeleya Melayan û gelek nûnerên saziyên sivîl û civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Erdişê Yasemîn Agaoglu xwend.
SÊRT
Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê ya ku di 16ê Adara 1988an de pêk hatibû, li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Di bîranînê de Hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê, TJA, Baro, ÎHD, OHDa gelek rêveber û endamên saziyên civakî yên sivîl ên bajêr tev li daxuyaniya bîrarînê bûn. Girseya kombûyî dirûşma “Şehîd Namirin” berz kirin û pankarta “Em komkujiya Helebceyê ji bîr nakin” vekir. Daxuyaniyê Hevserokê DBPa Sêrtê Mustafa Dayanan xwend.
ÇEWLÎG
Nûnertiya ÎHDê ya Çewlîgê li Qada Bajêr daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Me Helebceyê ji bîr nekir, em ê ji bir nekin” hate vekirin. Daxuyaniyê Nûnerê ÎHDa Çewligê Cemal Guzel xwend.
ÎZMÎR
Komeleya Hevgirtin, Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Jiyana Xwe ji Dest Dane re ya Egeyê (MEBYADER-EGE) bernameya bîranînê li dar xist. Gelek rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li bernameyê bû. Bername bi sînevîzyonê dest pê kir û axaftinên ser komkujiyê bi dawî bû.
BALIKESÎR
Rêxistina DEM Partiyê ya Balikesîrê li navçeya Ayvalikê li Fabrîkaya Ayvalik Sanatê bîranîna Helebçeyê li dar xist. Wêneyên komkujiya Helebceyê li eywana bername hat li darxistin hatin daliqandin. Ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane mom hatin vêxistin. Gelek rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir û bi stranên dengbêjiyê bi dawî bû.
STENBOL
Hewldana 78an li pêşiya Zanîngeha Stenbolê bernameya bîranînê li dar xist. Gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li bernameya bîranînên bûn. Endamê Lijneya Rêveber ê Hewldana 78an Îsmaîl Agan di bîranînê de axivî. Di bîranînê de dovîzên “Dê Beyazid ji faşîzmê re bibe goristan”, “16ê Adarê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Helebçeyê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hatin vekirin.
Nûnerên Rêxistinên Ciwnan û gelek ciwan tev li bernameya bîranîna Helebceyê bûn. Ser navê rêxistinên ciwanan Mert Korkmaz axivî. Bername piştî gotina Sirûşta Beyazitê bi dawî bû.