MÊRSÎN - Terzî Şerbet Aydinê diyar kir ku ji bo newrozê daxwaza ji bo kiras û fîstanan zêde bûye û got ku rojê bi dehan kes tên li kincan mêze dikin an jî dixwazin bidin çêkirin.
Bi Newroza îsal re ku bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroza Azadî û Demokrasiyê" tê pîrozkirin, daxwaza ji bo kincên kurdî jî zêde kir. Li Mêrsînê ku dê Newroz di 22'yê Adarê de li Qada Tirmilê bê pîrozkirin, beriya pîrozbahiyê li taxan atmosfera şahiyê heye. Welatiyên ku her sal bi kincên xwe yên Kurdî beşdarî NEwrozê dibin, beriya Newrozê bi şend rojan amadekariya kincan dikin. Ji ber vê kar û barê terziyan jî zêde bûye.
Şerbet Aydin a ku 65 sal in kincên Kurdî didirû, got: "Ez li gund hînî dirûtina kincan bûm. Min bi derziyê didirûtin. Her kes ji bo dirûtinê dihat cem min. Paşê li derdorê bi navê 'Terzî Şerbet' hatim naskirin. Min kincên bûkên li gundên derdorê jî didirût. Min di 15 saliya xwe de dest pê kir. Niha 80 salî me û 65 sal in bênavber vî karî dikim."
Şerbet Aydinê bilêv kir ku piştî hatine Mêrsînê jî terzîtiyê domandiye û got ku di salên 90'î de çêlekeke xwe firotiye û pê makîneya dirûtinê kiriye. Şerbet Aydinê da zanîn ku berê şal û şepik û fîstan didirûtin û got: "Di salên dawî de hem ji ber nexweşîna hevjînê min hem jî ji ber sedemên aborî ez ji bo çêkirina kincan nikarim qumaş bikirim. Fiyetê qumaş, kirêya dikanê zêde bûne. Ez bi vî karî hewl didim hem kirêya mala xwe bidim hem jî debara xwe bikim."
'GELÊ KURD TIRSA LI SER XWE ŞIKAND'
Şerbet Aydinê bilêv kir ku gelê Kurd li dijî zextên li ser zimanê xwe û çanda xwe li ber xwe daye û got: "Di salên 90'î de Kurdî qedexe bû, kincên me jî qedexe bûn. Lê dîsa jî gel li ber xwe da. Ger îro rewşeke asayî hebe, ev bi saya wê berxwedanê ye. Wan salan me ji mecbûrî kincên leşkerî vedişartin. Çend caran avêtin ser dikana min, lê tiştek nedîtin. Lê niha ciwan ji bo dawetan, ji bo NEwrozê û 8'ê Adatê kincên xwe li xwe dikin. Berê min bêheq kinc didan kesan ku di Newrozê de li xwe bikin. Piştî pîrozbahiyê dîsa dianîn. Niha jî jinên ku nikarin bikirin bila bên ez ê bêheq bidim wan. Bes bila çanda me bijî û ciwanên me di Newrozê de kêfxweş bibin."
Şerbet Aydinê anî ziman ku ji ber Newrozê hefteyek e kar û barê wê zêde bûye û got ku rojê bi dehan kes tên li kincan mêze dikin an jî dixwazin bidin çêkirin.
MA / Mehmet Guleş