Li Dêra Zorê êrişî bîra petrolê hat kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke çekdar, li Dêra Zorê êrişî bîreke petrolê kir. Di encama êrişê de agir bi bîrê ket. 
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komeke çekdar a nenas êrişî bîreke petrolê ya Ebû Nûra li herêma Secer a li rojhilatê Dêra Zorê kir. Hat diyarkirin ku agir bi bîrê ketiye û zirareke maddî ya mezin çêbûye.
 
Hêzên hikûmeta demkî hê dervbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.