AMED - Waliyê Dihokê Dr. Elî Teter ê ku beşdarî Forûma Aştî û Azadiya Civakî bû, diyar kir ku yekitiya neteweyî ya Kurdan dê rola Kurdan xurttir bike û got: “Yekitiya Kurdan dê bibe nîşaneya xurtbûna wan.”
Roja ewil a Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi beşdariyek xurt derbas bû. Forûma ku dê di 12-16’ê Gulanê de berdewam bike, ji çaraliyên welêt û derveyî welêt mêvan dê beşdar bibin.
Di roja ewil a forûmê de bernameyên bi sernavên “Hevgirtin: Bernameya çand, diyalog û piştgiriyê” “Ji bo aştiya civakî, dadperweriya civakî û azadiya kolektîf pedagojiya rexneyî” “Hilberîna pratîkên aştiyê yên ji binî ve bi hev re” “Kurdî 2.0 - Ji çîrokê ber bi sepanê ve, ji gund ber bi Dîasporayê ve: Lîstik û hilberîna naveroka dijîtal”, “Di plankirinê de meriyên nediyar diyar kirin”, “Beşdariya jinan a Pêvajoya Aştiyê û tevneheviya zayendî”, “Ji 1990’an heta Îro: Li Kurdistanê koçberî, bîr û lêgerînên jiyana bi hev re”, “Ruhê Amîdayê: Tam û bîr”, “Aştî û hêvî: Muzîka civakê”, “Dîwarê aştiyê yê zarokan”, “Mîzah û azadî: Keşfkirina sînorên ramanê bi ken”, “Futbola kolanê ya Berfireh”, “Zemîna hiqûqî ya aştiyê: Destûra Bingehîn û lihevkirina civakî”, “Konsera destpêkê - Ma Music” hatin lidarxistin.
Waliyê Dihokê Dr. Elî Teter ê ku ji Herêma Federe ya Kurdistanê tev li forûmê bû, geşedanên Rojhilata Navîn û bandorên wê yên li ser Kurdan nirxand.
Teter, destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ni navenda aloziyên cîhanê de ye û ev tişt got: “Ji Şerê Yekemîn ê Cîhanê heta niha ji ber çareseriya kolonyalîst a Ingilistan û Fransayê heta îro çareserî nehatiye Rojhilata Navîn. Niha şerê DYA-Îsraîl û Îranê bandorê li ser gelek welatên Rojhilata Navîn dike. Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraq rasterast ji vî şerî bandor dibin. Em hêvîdar in ku wekî deverên din ên cîhanê li Rojhilata Navîn jî aştî û aramî mayinde bibe.”
Teter, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn aştî û aramî bi rêzdayîna maf, ziman, nasname û çanda gelan û bi avakirina desthilatên demokratîk pêkan e.
‘EM AMADE NE KU BIBIN AKTORÊ ÇARESERIYÊ’
Teter, anî ziman ku gelê Kurd tu car nebûne aliyên şer û aloziyê û wiha pê de çû: “Kurd di şerê Îranê de ne alîgirên şer in. Gelê Kurd aştîxwaz in. Rola Kurdan a di vî şerî de divê cîbicîkrina aştiyê be. Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê jî heta niha daxuyaniyên wiha dan. Em amade ne bibin aktorên çareseriyê. Em bi hêvî ne ku pêvajoya aştiyê ya li vir jî bi ser bikeve. Bila kes bêhêvî nebe.
‘EM PIŞGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ’
Teter, rave kir ku ew piştigiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û çi ji destên wan bê dê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku ev yek ne hêsan e. Bi deh salan dem divê. Kurd bi salan hatin înkarkirin. Gelek tişt guehrî. Di vê pêvajoyê de keda her kesê girîng e. Divê Kurd xwedî li hev derkevin. Ji bo Kurd karibin rola xwe bilîzin divê bibin yek. Êşa mezin a Kurdan ew e ku heta îro yekitiya xwe pêkneanîne. Kurd êdî hişyar bûn. Cara ewil e li çar parçeyên Kurdistanê gelê me bûne yek. Ev yek dê rola Kurdan a ji bo aştiyê xurttir bike. Yekitiya Kurdan dê bibe nîşaneya xurtbûna wan û dê nêrîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li dijî Kudan jî bandor bike.”
‘HÊVÎDAR IM DENGÊ AŞTIYÊ BIGHÎJE CÎHANÊ’
Teter, destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê hatine Amedê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hêvîdar im ev deng bighîje cîhanê. Em hêvîdar in ku Amed di pêvajoya aştiyê de bibe hêz û navendek xurt. Kes ji şer qezenc nake. Bêdengbûna çekan, xurtbûna aramî, biratiyê ye. Em hêvî dikin ku carekê din li ser vê axê dengê çekan bilind nebe. Dengê aştî, azadiyê ji me re hewce ye.”
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can