Banga ji bo meşê: Ji bo dewlet gavê biavêje divê em bidin zorê

Parve bike:

STENBOL - Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê ji bo meşa bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” bang kirin û gotin: “Divê her kesên li gel aşî, azadî û edaletê ji bo avêtina gavên şênber li dora heman daxwazan bibin yek.” 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dê di 16’ê Gulanê de bi awayekî hemwext li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” meşan li dar bixe. Meş, dê bi daxwaza naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber bên lidarxistin. Meşa li Stenbolê jî dê di 16’ê Gulanê saet di 19.00’ê de li pêşiya Operaya Sureyya ya Kadikoyê dest pê bike û heta Îskeleya Kadikoyê bidome. 
 
 
Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan, ji bo tevlibûna meşê bang kirin û xwestin her kes tev li meşê bibe. 
 
'VEHÊLANDIN BAWERIYA CIVAKÊ QELS DIKE’ 
 
Arîfe Çinarê diyar kir ku gelên Tirkiye û Kurdistanê daxwaza aştiyê dikin û got: “Xitimîna di pêvajoyê de, baweriya gel qels dike. Her wiha nediyarkirina statuya birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan sermuzakerevan e. Ya din jî divê gav bên avêtin. Em ê li ji bo van her du mijaran bimeşin. Di pêvajoyên muzakereyan de divê gel daxwazên xwe li qadan bibêje. Aştî, tenê bi hevgirtina gelan dibe. Aştî dê ji bo hemû gelên herêmê pir baş bibe. Ji bo pêvajo pêş bikeve û xitimîna heyî ji holê rabe, ev meş girîng e. Lewma em bang li her kesî dikin ku tev li meşa bibin.” 
 
'HEWCEYE DEWLET ÊDÎ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRE’ 
 
Çinar Altan jî destnîşan kir ku heke gav bên avêtin dê pêşiya pêvajoyê vebe û wiha axivî: “Hewceye zemîneke zagonî yê pêvajoyê hebe. Yek ji şertên vê ya sereke jî naskirina statuya birêz Abdullah Ocalan e. Ev yek, qonaxeke diyarker e. Nexwe tu gotin wateya wan namîne û gel jî dê tu hêviyê neke. Li dijî vê xetereyê divê gav bên avêtin. Di vê mijarê de divê dewlet înîsiyatîfê li xwe bigire. Pêwîstiya xwe pê heye ku hemû alîgirên aştiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dakevin qadê, daxwazên xwe bibêjin û zextê li ser dewletê çêbikin da ku gavan biavêje.” 
 
Altan, da zanîn ku avêtina gavan girêdayî daxwaza xurt a gel û axaftina xwe wiha qedand. “Veguherîneke demokratîk, tenê bi berdana çekan nabe. Heke mexdûrên şer bi rastî jî daxwazên bi awayekî xurt bînin ziman, wê demê îktîdar dê neçar bimîne ku veguhere. Em dixwazin hemû alîgirên aştî, demokrasiyê dakevin qadê. Ev meş ji bo vê destpêkek e.”