DMME’yê di dosyaya Ayla Akat Atayê de Tirkiye mehkûm kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN – DMME’yê biryar da ku girtina Ayla Akat Atayê ya di sala 2016’an de dijî hiqûqê ye û Tirkiye mehkûm kir. 

 
Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, di sala 2016'an de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hate girtin û di sala 2017'an de hate berdan. Piştre jî Ayla Akat Atayê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.  DMME’yê, di dosyeyê de Tirkiye mehkûm kir. 
 
DMME’yê di biryara xwe ya der heqê Ayla Akat Atayê de diyar kir ku girtina wê di sala 2016'an de bi tohmeta "avakirin an rêvebirina rêxistinekê" neqanûnî ye. Dadgehê dît ku Tirkiyeyê bendên 5 û 10 yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê kiriye.
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de destnîşan kir ku sûcdariyên li dijî Ayla Akat Atayê li ser bingeha çalakiyên wê yên siyasî di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), beşdarbûna wê di civînan de, axaftinên wê û postên wê yên medyaya dijîtal hatine kirin. Dadgehê destnîşan kir ku ev çalakî bi giranî siyasî ne û tekez kir ku axaftin û çalakiyên demokratîk ên ku bangên tundîtûjiyê tê de nînin, nikarin wekî bingehek ji bo sûcdariya "rêberiya rêxistinekê" werin bi karanîn.
 
‘MAFÊ AZADÎ Û EWLEHIYÊ HATIYE BINPÊKIRIN’ 
 
DMME'yê diyar kir ku şerta "gumaneke maqûl" a ku ji bo girtina Ayla Akat Atayê pêwîst e, bi delîlên berbiçav nayê destnîşankirin. Biryar nîşan da ku dadgehên herêmî nekaribûne têkiliyek zelal di navbera daxuyaniyên Ayla Akat Ata û sûcê îdiakirî de destnîşan bikin, tenê daxuyaniyên wê yên siyasî û beşdarbûna wê di civînan de diyar kirine. Ji ber vê yekê, Dadgehê biryar da ku Xala 5/1 a DMME, ku mafê azadî û ewlehiyê bi rêk û pêk dike, hatiye binpêkirin.
 
Dadgehê, bi domdarî diyar kir ku biryarên der barê berdewamiya girtina Ayla Akat Atayê de ku nêzîkî şeş mehan dom kir jî bê bingeh û têrker nebûn. Li gorî DMME'yê, xetera revîn an destwerdana delîlan nehatiye nîşandan û ne jî hatiye ravekirin ka çima tedbîrên kêmtir hişk, wekî şertê kontrola edlî, dê ne bes bin. Ji ber vê yekê, biryar hat dayîn ku Xala 5/3 ya DMME’yê jî hatiye binpêkirin.
 
‘DESTWERDANA LI AZADIYA RAMANÊ HATE KIRIN’ 
 
DMME'yê destnîşan kir ku girtina Ayla Akat Atayê ji ber axaftin û daxuyaniyên wê yên siyasî bû û anî ziman ku ev yek destwerdanek li azadiya ramanê ye. Dadgehê diyar kir ku girtina neqanûnî nikare wekî sînordarkirinek rewa ya azadiya ramanê were hesibandin û biryar da ku Xala 10 ya DMME’yê hatiye binpêkirin.
 
TIRKIYE MEHKÛMÎ TAZMÎNATÊ KIR 
 
DMME'yê ferman da Tirkiyeye bi tevahî 9,000 Euro bide Ayla Akata ku ji 8,000 Euro zirarên ne-madî û 1,000 Euro jî lêçûnên qanûnî ne.