Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir

Parve bike:

ENQERE - DEM Partî û CHP bi rojeva tundiya li dijî muxalefetê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li koma Meclisê ya DEM Partiyê civiyan.

 
Şandeyak ku ji Cîgirên Serokên Giştî yên Partiya Komarê ya Gel (CHP) Gokçe Gokçen, Gul Çîftçî û Serokwekîlê Komê Gokhan Gunaydin pêk tê bi şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya ku Serokwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç pêk tê, re civiya. 
 
Hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hate kirin de, tê payîn ku tundiyên li dijî partiyên muxalif, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokaratîk bên gotûbêjkirin.