ŞIRNEX - Malbatên girtiyan, bertek nîşanî ferzkirina “poşmaniyê” ya li ser girtiyan da û gotin: “Em ji tu tiştekî ne poşman in.”
Li girtîgehan binpêkirinên li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) tehliyeya girtiyên ku 30 sal in girtî ne, bi hincetên “Di qawişên PKK’ê de mane”, “Poşman nebûne” asteng dike.
Dayikên aştiyê û girtiyan Besna Gunay (73) û Huznugul Kalkan (56) têkildarî binpêkirinên li girtîgehan axivîn.
Dayika girtî Abdullah Gunay ê ku 28 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê ragirtin, diyar kir ku heta niha ew çûye gelek girtên ku kurê wê sirgûn bûye û ev tişt got: “Em dixwazin zarokên me ji van zindanan derkevin. Girtiyên nexweş nayên tehliyekirin. Poşmanî li girtiyên ku 30 sal in girtî ne, tê ferzkirin. Ji ber vê yekê tehliyeya wan tê dirêjirin. Girtiyekî ku 30 sal in girtî ye, ji bo çend mehan zûtir derkeve dê çawa poşman bibe? Kurê min 28 sal in girtî ye, min ji wî re got ‘ger tu poşman bibî ez ê şîrê xwe li te helal nekim’. Em ji tu tiştekî ne poşman in. Ji bo nasname, çand û axa me zarokên me di van zindanan de ne. Em wek dayikên aştiyê heta dilopa xwîna me ya dawî em ê li dû zarokên xwe bin. Em piştgiriyê didin fikir û ramanên wan. Doza wan, doza me ye.”
‘HETA SEROK AZAD NEBE, TU KES AZAD NABE’
Besna Gunayê anî ziman ku divê şert û mercên xebata azad ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dabînkirin û wiha pê de çû: “Divê tavilê Rêberê me azad be. Heta Rêberê me azad nebe ne zarokên me, ne dayik ene Kurd ne jî Tirk dê azad bin. Tu kes azad nabe. Bila deriyên zindanan bên vekriin. Êdî bes e. Kesekî ku 35 sal girtî be, çawa nayê tehliyekirin, ev qanûn in an hiqûq in? Em bi zarokên xwe serbilind in. Hemû zarokên têkoşer zarokên min in, ne tenê zarokê min ê biyolojîk, ez dixwazim hemû zarokên min azad bin.”
‘ZAROKÊN ME LI SER RÊYA RÊBERÊ XWE NE’
Dayika Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ramazan Kalkan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin û Emrullah Kalkan ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê tê ragirtin Huznugul Kalkan (56), anî ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe tu kesek azad nabe û wiha axivî: “Zarokên me li ser rêya Rêberê xwe ne. Heta Rêber azad nebe ew jî azad nabin. Em li ser rêya zarokên xwe ne, em li ser rêya Rêberê xwe ne. Zarokên me tu guneh nekirine. Ez çûm gelek girtîgehan lê min girtîgehek mîna Girtîgeha Şirnexê ku pirsgirêka derdixe, nedît. Di vê pêvajoyê de tundî zêde bûne. Li dijî zexta li ser girtî û malbatan divê piştgirî bê dayîn.”
MA / Emrullah Acar