Bi daxwaza ‘Statuya Kurdî’ dê bimeşin Wezareta Perwerdeyê
- Rojane
- |
- 13 Gulan 2026 12:34
- |
ENQERE - Platforma Saziyên Demokratîk dê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi dirûşma “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” dê ber bi Wezareta Perwerdeyê ve meşê li dar bixe.
Platforma Saziyên Demokratîk, dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ber bi Wezareta Perwerdeyê ve meşê li dar bixe. Meş, dê di 15’ê Gulanê de bi dirûşma “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” were lidarxistin. Platform, dê saet di 17.00’ê de li pêşiya Komeleya Ziman Çand Hunerê ya ANKA’yê (ANKA-DER) a li Çankayayê dest pê bike û li pêşiya Wezareta Perwerdeyê bi dawî bibe.
Her wiha Koma Anatolia û Koroya Zarokan a Anatoliayê jî dê di çarçoveya bernameyê de li Sehneya Nergîsê ya li semta Kizilayê derkevin ser dikê. Di heman demê de dê Koma Zarokan a ANKA-DER’ê jî lîstika xwe ya şanoyê pêşkeş bike.