Çawîşê pispor ji heman malbatê 4 kes qetilkirin

Parve bike:

COLEMÊRG - Li Şemzînanê, Çawîş Musa Gezer hevjîna xwe Gulşen Gezer û sê endamên malbata wê kuşt û kesek bi giranî birîndar kir.

 
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, çawîşê pispor Musa Gezer bi çekê êrîşî hevjîna xwe Gulşen Gezerê û malbata wê kir. Di êrişê de çar endamên heman malbatê hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû. Dema ku dengê guleyan hat bihîstin, tenduristkar û polîsan ber bi cihê bûyerê hatin sewqkirin. Piştî lêpirsîna destpêkê, sûcdarê bi giranî birîndar Musa Gezer rakirin nexweşxaneyê.
 
Gulşen Gezer, xwişk û birayên wê Gurkan Demîr û Denîz Demîr û dêya wan Habîbe Demir di êrişê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Lêpirsîn hat destpêkirin.