Rojnamevan Koyun hat tehliyekirin
- Rojane
- |
- 16 Tîrmeh 2026 13:59
- |
STENBOL - Nûçegîhanê ETHA’yê Muslum Koyun ê ku bi îdiaya “entamtiya rêxistinê” hatibû girtin di 3’yemîn danişîna dozê de hat berdan.
Polîsan di 3’yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAV’ê operasyona qirkirina siyasî lli dar xist. Di operasyonê de Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û rojnamevan Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin.
Danişîna duyemîn a doza nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Muslum Koyunê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê di 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran de hat lidarxistin. Endam û rêveberên ESP, SGDF, partiyên siyasî û gelek kes di dema danişînê de edliyeyê kom bûn.
Şandeya dadgehê derheqî Muslum Koyun de biryara tehliyeyê da.