NAVENDA NÛÇEYAN - Peyman Viyan têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê û rewşa Kurdan axivî û got: “Li dijî vî şerî mezin em dikarin bi rihê yekitiyê bikevin parastinê.”
Piştî şerê ku Îsraîl û DYA’yê li dijî Îranê da destpêkirin, rejîmê polîtîkayên ewlehiyê tund kir û zextên li ser Kurdan û muxalîf ên li Îranê dijwartir kir. Bi taybet jî di demên dawî de dîsa êrişên li dijî Kurdan zêde bûne.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan derbarê rewşa geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji JINNEWS’ê re axivî.
Peyman Viyan bal kişand ser şerê di navbera Îranê û Amerîkayê de didome û got: “Ev şerê navbera her sê dewletan û şerên li herêmê hemû cîhanê eleqeder dike. Rêber Apo şerên li herêmê wek 3’yemîn Şerê Cîhanê pênase kiribû. Ev şer li cîhanê belav bûye. Şer navbera Îran, Israîl û DYA’yê de didome.”
Peyman Viyan da zanîn ku li hêzên serdest ji bo ku li Rojhilata Navîn ji bo projeyan bikin jiyanê Îran di hedefê de ye û rewşa li Îranê şer zelal dike û wiha got: “Ev şerên demdirêjin. Di şerê li dijî Hamasê de me dît ku şer demdirêje. Ji bo Rojhilata Navîn plan û projeyek nû dewrê de ye. Ev plan û proje jî ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîne di Zîrveya NATO’yê tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin, şerê Îranê û rewşa Rojhilata Navîn bûye rojev.”
SERKEFTIYÊ ŞER
Peyman Viyan anî ziman ku şerê di navbera rejîma Îranê û Amerîkayê de tu kes bi ser neketiye û ev yek anî ziman: “Her du hêz jî bi ser neketine. Di şer de yên dikevin zorê dibêjin me hêz girtiye. Ji ber vê jî her sê dewlet ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin. Welatên din yên herêmê jî nav de ne. Hêzên NATO’yê parçeyek vê ne. Enî ava kirine. Îran niha Boxaza Hurmuzê wek alava tehdîdê bikar tîne. Tengava Hurmizê hemû cîhanê eleqeder dike. Ji ber vê tiştên li Îranên diqewimin di rojeva hemû cîhanê de ye.”
Peyman Viyan diyar kir ku li Îranê pirsgirêkên navxweyî diqewimin û wiha axivî: “Rejîma Îranê di vê pêvajoyê de amadeyeke ku di hinek rewşan de tawîzan bide. Îran bi rewşa xwe ya heyî nikare şer bimeşîne. Belkî heta demekê bimeşîne. Du rojan carekê dibe ku xwe serkeftî nîşan bide. Lê ev ji bo şerê nû û kûr amade kariye.”
Peyman Viyan êrişên Îranê yên li dijî herêmên PJAK’ê û ji dest dayîna 4 endamên YRK’ê bi bîr xist û rewşa heyî wiha nirxand: “Îran her cara ku qels dibe serî li tehdîdan dide. Îran pêvajoyên şer ji xwe re wek derfet dinirxîne. Îran din nokteyeke qels de ye. Ji ber gel li dijî rejîmê ye. Ji ber vê jî êrişê muxalîfan dike. Ji ber xwe ji bo pêvajoyek nû amade dike. Kî ne ev muxalif? Jin in, ciwan in û Kurd in. Hêza alternatîf ya nav gelê Kurd kîjan e? PJAK e.”
‘KURD LI ROJHILATA NAVÎN AKTORÊN ESAS IN’
Peyman Viyan anî ziman ku rejîm herî zêde êrişî jinan û ciwanan dike û dervekirinan zêde kiriye. Peyman Viyan bi berdewamî wiha got: “Em wek PJAK’ê xeta xwe me domand. Me xeta xwe ya sêyemîn her tim parast. Dema rejîm ket pêvajoya muzakereyê êrîşê hêzên me û gel kir. Rejîma îranê bi salane di vê zîhniyetê de israr dike. Serhildana Jin Jiyan Azadî jî ji vir dest pê kir. Em wek PJAK’ê têkoşîna xwe di xeta jin jiyan azadî de dimeşînin. Rejîm ji şoreşa Jin Jiyan Azadî ditirse. Şoreşa gelên Îranê bi Jin jiyan azadî dest pê kir. Şoreşa Jin Jiyan azadî navenda wê Kurdistan e. Kurdistan xwedî zîhniyetek demokratîk e. Tirsa rejîmê jî ji ber vê ye. Kurd li Rojhilata Navîn aktorê esas in. Divê her kes vê wisa bizanibe.”
Peyman Viyan bi lêv kir ku Îran di amadekariya şer de ye û wiha pê de çû: “Hem li hember hêzên hundir hem jî yên derve di amadekariyê de ye. Lê tirsa Îranê ya esas hêzên hundirin. Ji ber hêzên derve bi forma nû xwe ji şerê nû re amade dikin. Hêzên derve dizanin ku Îran ji hundir darbeya mezin nexwe wê emrê wan dirêj bibe. Ji ber vê Îran li dijî hêzên Kurd, tehdîdan dike. Bi vê dixwazin bitirsînin.”
Peyman Viyan destnîşan kir ku wek PJAK’ê 22 sal in ji bo parastina gel têdikoşin û ev nirxandin kir: “Em ji bo azadiya gelê xwe dikin. Gelê Kurd niha pêşeng e. Bala hemû hêzan li gelê Kurd e. Ji ber alternatîfa gelê Kurd heye. Em bi salane ji bo gelê xwe têdikoşin. Em ji bo parastina gelê xwe amdekariyan dikin. Li dijî hêza ku tehîdan dike em amadekariya şerê mezin dikin.”
Peyman Viyan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Îranê siyaseta demokratîk esas bihata girtin wê ev pêvajo neqewimiya. Îran pirçandî, pirzimanî ye. Mozaîka gelan e. Ew mozaîk di siyaseta rejîma Îranê de fetisiye. Siyaseta demokratîk a Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin ji bo her çar parçeyî derbasdare. Hêza çareseriya pirsgirêka hemû gelane. Em ji bo Rojhilat, Kurdistan û Îranê jî pergala demokratîk dixwazin. Em vê xeta têkoşînê esas digirin. Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin.”
YEKITIYA LI ROJHILAT
Peyman Viyan destnîşan kir ku di mijara yekitiya neteweyî de xebatên wan stratejîk in û wiha got: “Ev ji bo hemû Kurdistanê ye. Niha ji bo Kurdan hinek plan û proje hene. Di van plan û projeyan de mafên Kurdan tune ne. Dixwazin îmha û înkarê ji nû ve li her parçeyê Kurdistanê bikin dewrê. Ji ber vê divê yekitiya neteweyî di rojeva me de be û em bi rihê yekitiyê xwe biparêzin. Wek PJAK, helwesta me ya hevpar, di esasa xurtkirina hev de ye. Li dijî vî şerî mezin em dikarin bi rihê yekitiyê bikevin parastinê. Her parçe nav xwe de yekitiyê ava bike, ev yekitî wê li her çar parçe derbasdar be. Dixwazin bi siyaseta parçekirinê Kurdan tune bikin. Divê li dijî van hêzan em bibin xwedî helwestek radîkal. Hêvîdarim ku wê yekitiya Kurdan hîn saxlemtir derkeve holê.”
Peyman Viyan bal kişand ser hêz û qeweta PJAK’ê û ev yek anî ziman: “Her kesî hêza PJAK’ê nas kir. Em hatin astek hêzê ya xwedî plan û pratîk. Şerê der barê PJAKê de hat meşandin jî vala hat derxistin. Bala hemû hêzan li PJAK’ê ye. Mîsyonek PJAK’ê ya wisa heye. Em tu hêzeke ku Kurdan nabîne qebûl nakin. Ji bo PJAK’ê derî ve bûn. Em xwedî hêzeke têkoşînê ne.”
Peyman Viyan bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li herêmê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Dixwaze li herêmê bibe xwedî rola sereke. Rewşa Îranê ji bo xwe wek xetereyek mezin dibîne. Ji ber vê Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe aliyê Îranê girt. Rewşa Îranê wê rewşa li Tirkiyeyê jî diyar bike. Ji bo Îranê li ser pêyan bimîne hewl da. Lê piştî hevdîtina NATO’yê helwesta Tirkiyeyê guherî. Ji ber ku li gorî berjewendiyan tevdigere. Lê Tirkiye ji bo xwe xilas bike divê xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkeve. Li gorî vê divê gavan biavêje. Divê gelê Kurd jî li dijî vê siyasetê hişyar be.”