Santrala termîkê jehrê direşîne: Li Silopiyayê 4 hezar nexweşên penceşêrê hene

Parve bike:
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê ji ber santrala termîkê ya ku 17 sal in dixebite, her ku diçe hejmara pêketiyên penceşêrê zêde dibe. Hat zanîn ku ji her 10 nexweşên ku li servîsa onkolojiyê ya Amedê tên tedawîkirin 2 jê ji Silopiyayê ne û li navçeyê 4 hezar kes bi nexweşiya penceşêrêê ketine.
 
Santrala termîkê ya Cîner Grubu ya ku li Şirnexê, di navbera bajarokên Bêspîn û Gîte yên navçeya Silopiyayê de ye, 17 sal in jehrê direşîne. Ji ber santralê ne tenê Silopiya, lêbelê navenda Şirnexê, Qileban û heta bajarê Zaxoyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê, erdnîgariyeke fireh di bin bandorê de dimîne. Ji ber santrala ku bi komir-asfaltîtê dixebite, li Silopiyayê her ku diçe di serî de penceşêr, nexweşiyên bêhnstandinê, windakirina ducaniyê û zayîna zarokên astengdar zêde dibin. Tevî ku daneyên fermî nayên parvekirin jî, tê diyarkirin ku li navçeyê nêzî 4 hezar rûdanên penceşêrê hene. Li gorî daneyên fermî li navçeyê 6 hezar û 315 astengdar hene, her wiha hat zanîn ku nêzî hezar dosya jî di qonaxa lêkolînê de ne. Piraniya van nêzî 7 hezar astengdaran ji nexweşiyên penceşêrê pêk tê.
 
Tê diyarkirin ku li navçeyê her meh 10 nexweşiyên nû yên penceşêrêê tên tespîtkirin, nexweşên hematolojiyê jî di bin heman heman mercî de tên tedawîkirin. Ji ber ku li bajêr demeke dirêj tenê pisporekî onkolojiyê wezîfe dikir, di wan serdemên ku bijîşk di destûrê de, nexweş sewqî bajarên din tên kirin. Ji ber ku gelek xizmetên wekî PET-CT, lêkolîna genetîk, radyoterapi û cerahiya onkolojîk li Şirnexê tune ne, nexweş neçar dimînin ku biçin Amed, Mêrdîn û Sêrtê. Li gel kemoterapi û îmunoterapiyê, gelek rêbazên teşhîs û dermankirinê li derveyî bajêr tên sepandin, her wiha di yekeya kemoterapiyê ya heyî de jî ji ber kêmbûna xebatar û qelebalixiyê nexweş bi saetan li nexweşxaneyê di dorê de dimînin.
 
Nexweş herî zêde neçar dimînin ku ji bo tedawiyê biçin Amedê, li seranserê Şirnexê ji 15 mînîbusên ku rojane nexweşên dibin Amedê, 12 jê ji Silopiyayê bi rê dikevin. Hat zanîn ku ji her 10 nexweşên ku li beşa onkolojiyê ya Amedê tên tedawîkirin, 2 jê ji Silopiyayê ne.
 
 
EW Û 2 APÊN WÎ BI PENCEŞÊRÊ KETINE
 
Azad Deger ê 37 salî yê ku nêzî sal û nîvek berê teşxîsa penceşêrêa rûviya mezin jê re hatibû danîn, di malbata wî de du apên wî jî ji ber penceşêrêê tên tedawîkirin. Değer diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên ku li herêmê rû didin, bi texrîbata ekolojîk a ku ev bi salan e berdewam dike re girêdayî ne û ev tişt got: "Bi salan e li Botanê talaneke sîstematîk heye. Dûmanên ku ji santrala termîkê belav dibe, teqandina dînamîtan a ku di kanên komirê de tê kirin, şewitandina daristanan û texribata xwezayê, ne tenê hawirdorê lê jiyana mirovan jî rasterast bandor dike. Îro em nikarin zêdebûna nexweşiyên penceşêrê, nexweşiyên dil û nexweşiyên zayînê yên ku di zarokan de tên dîtin, ji van tiştan cuda bifikirin. Saziyên fermî daneyan eşkere nakin, lê dema em li derdora xwe dinêrin, em dibînin ku hema bêje di her malbatê de nexweşekî penceşêrê an jî kesekî ku bi nexweşiyeke giran re têdikoşe heye."
 
Deger anî ziman ku di malbata wan de ji aliyê genetîk ve penceşêr tune ye, lê îro ew bi xwe û du apên wî ji ber penceşêrêa rûviyan tên tedawîkirn, her wiha diyar kir ku zarokê wî jî ji dayikbûnê ve nexweşê dil ji dayik bûne. Deger anî ziman ku pêvajoya ku tê re derbas dibe ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, lê ji aliyê derûnî ve jî pir dijwar e û wiha pê de çû: "Pêvajoya kemoterapiyê bi rastî pêvajoyeke wisa ye ku pênasekirina wê zehmet e. Mirov hin rojan, carinan jê tê ku dev ji jiyanê berde. Min ev yek di destpêkê de derbas kir, ez naxwazim zarokên me û malbatên din heman êşê bikişînin. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li vê meseleyê derkeve. Ev êdî ne mijareke nîqaşeke siyasî ye, ev rasterast pirsgirêka mafê jiyanê yê gel e."
 
‘QAZANCA ŞÎRKETÊ AN JÎ JÎYANA GEL?’
 
Deger bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê û aborî yên ku di pêvajoya tedawiyê de rû didin û diyar kir ku binesaziya tenduristiyê ya li bajêr hewcedariyên nexweşên penceşêrê bi cih nayine. Deger diayr kir ku beşeke girîng a teşxîs û tedawiyê tenê li Amedê dikare bê kirin û got: "Vebûna servîsa onkolojiyê bi tena serê xwe têrê nake. Gelek xizmetên wekî PET-CT, radyoterapî, lêkolînên genetîk û cerahiya onkolojîk li Şirnexê tune ne. Ji ber vê yekê em neçar in tedawiya xwe li Amedê bidomînin. Ez jî nêzî sal û nîvekê ye ku bi berdewamî diçim Amedê û têm. Ji bo nexweşên penceşêrê gelek caran ne gengaz e ku veguhestina giştî bikar bînin. Enfeksiyoneke herî piçûk jî dikare bandoreke neyînî li tedawiyê bike. Ji ber vê yekê em neçar in bi wesayîta taybet biçin. Her êvar her kes dûmûna ku ji rojingan derkeve dibîne. Diyar e ku ji bo wan mesrefa fîltreyê ji jiyana mirovan girîngtir e. Divê tenduristiya gel ji qazanca şirketên bazirganî bilindtir be. Ger em îro dengê xwe dernexînin, dê sibê rû bi rûyî encamên pir girantir bibin."
 
‘HEMA BÊJE DI HER MALÊ DE NEXWEŞEKÎ PENCEŞÊRÊ HEYE’
 
Welatiyê ku ji ber tirsa derxistina ji karê xwe nexwest navê xwe bide û dê û bavê wî ji ber penceşêrê tên tedawîkirn, diyar kir ku wî zarokê xwe di 3 salî de ji ber ku di dema zayînê de wesleyên wî pêş neketî winda kiriye. Welatî anî ziman ku di dema dawî de hejmara kesên ku ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dane bi çavan tê dîtin ku zêde bûye û got: “Berê li vê herêmê mirovan ewqas qala penceşêrê û krîza dil nedikirin. Lê niha hema bêje di her malê de nexweşek heye. Em dibînin ku di nav zarokan de nexweşiya anemiya Deryaya Spî, sendroma Down û nexweşiyên zayînê zêde bûne. Windakirina ducaniyê ya ku jin dijîn jî êdî pir zêdetir tê axaftin. Mirov sedema vê yekê dipirsin, lê ji aliyê rayedaran ve daxuyaniyeke têr nayê kirin. Ger bi rastî di vî welatî de behsa çareserî û aştiyê bê kirin, divê berî her tiştî mafê jiyanê yê mirovan bê parastin. Me zirar dît, lê qet nebe bila zarokên me heman êşê nêbînin. Bendewariya me ew e ku ev santral bê girtin û tenduristiya gel ji qazanca şirketên bazirganî nirxtir bê dîtin."