Jinên DEM Partiyî: Armanca ma ya sereke gihîştina jinên li malan e

Parve bike:

STENBOL - DEM Partî amedekariya 5’emîn Kongreya Mezin dike, jinên ku beşdarî Konferansa Jinan a Herêma Marmarayê bûn gotin: “Em ê hewl bidin jinên li malan bikin muxatabên rasterast ên siyasetê.”

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dest bi amedekariyên 5’emîn Kongreya Mezin krir. Di vê çarçoveya starta konferansên herêman da. Jinên beşdarî Konferansa Jinan a Herêma Marmarayê bûn, diyar kirin ku dê di serdema nû de mal bi mal bigerin û serdanên malan bikin. 
 
Jinên ku bal kişandin ser rola jinan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gotin: “Divê di sedsaliya duyemîn a komarê de, Tirkiye bê demokratîkkirin. Di cîhana ku em jê dibêjin serweriya mêr de, em ê li rê û rêbazên guherîna bi hişmendiya jinan bigerin. Ji bo vê heta niha rêbazên ku me bi kar neanîne hene, divê em van rêbazan pêş bixin, divê malên ku em neketinê em bikevinê. Em neketine malên ku mexdûrên tundiyê ne. Em ê hewl bidin jinên li malan bikin muxatabên rasterast ên siyasetê.”