STENBOL - Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz di Konferansa Herêma Marmarayê de axivî û diyar kir ku tevgerên ku siyaseta Rojhialta Navîn diyar dikin veguherîne û DEM Partî jî li gorî vê ketî nava guherînek guncav.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya amedekariyên 5’emîn Kongreya Mezin de, Konferansa Herêma Marmarayê li dar xist. Di konferansa ku li hêwana konferansê ya Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya li Stenbolê hat lidarxistin de pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Ji bo komara demokratîk civaka azad û rêxistinkirî” hat daliqandin. Piştî hilbijartina dîwanê, merasîma rêzgirtinê hat lidarxistin û axaftina destpêkê Mahfûz Guleryuz kir.
Guleryuz diyar kir ku ew di dema nûbûnê de ne û wiha axivî: “Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, PKK a ku 50 sal in mohra xwe li hemû geşedanên polîtîk ên li Rojhilata Navîn xistî û li her bajar û welatî xwe bi rêxistin kirî, xwe fesix kir û biryara destpêkek nû da û got ‘ez bi têkoşîneke nû, bi formateke nû ya rêxistinkirinê vê pêvajoyê pêşwazî dikim’. Nexasim piştî piştî banga rêzdar Ocalan, rêxistinê ev bersiv daye û ev gav li cemaweriya cîhanê dengek xurt vedaye. Ji Amerîkayê ta Rojhilat her welat ev pêvajo wek qonaxeke nû pênase kir û biryara PKK’ê erênî, geşedanek pozitîf nirxand.”
PÊVAJOYA NÛBÛNÊ
Guleryuz anî ziman ku hevkêşe guherîne û tevgerên ku siyaseta Rojhilata Navîn diyar dikin xwe guherandine û DEM Partî jî li gorî vê ketî nava guherînek guncav û wiha pê de çû: “Hûn jî dizanin, dema hilbijartinên 2023’yan partiya me HDP bi pêvajoya girtinê re rû bi rû ma. Derheqê partiya me de doz hat vekirin. Bi lez em di din sîwana pêkhateya me Partiya Yeşîl Solê de bi rêxistin bûn û me kongre li dar xist. Piştre em beşdarî hilbijartinan bûn. Pêvajoyek awarte bû. Wê demê me her tişt bi rêkûpêk nekir. Ji ber vê bernameyek me tune. Sedema lidarxistina konferansê yek jê mijara rêzikname û bernameyê e. Em ê di pêvajoya nû de di bername û rêziknameyê de veguherîna çêkin, nû bikin. Ji ber vê di nîqaşên me de divê em van mijaran jî gotûbêj bikin.”
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.