Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin 2024-11-09 10:49:00 MÊRDÎN -Dayikên Aştiyê yên ku bi rojane li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dijî qeyûm nobetê digirin gotin: “Em ê li ber vê zilmê serî netewînin. Em ê bi paş ve gav neavêjin.”  Li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji roja 4’ê mijdarê ve çalakiyên protestokirinê didomin. Li ber Şaredariya Bajarê Mezin çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm hatiye destpêkirin û bênavber berdewam dike. Hem li ber şaredariyê hem jî hem jî li navçeyên Mêrdînê bi şev û roj çalakiyên dijî qeyûm didomin. Dayikên Aştiyê ji roja 4’ê mijdarê ve li ber Şaredariya Bajarê Mezin di nav çalakiya nobetê de cih digirin. Dayikên Aştiyê ji ajansa me re axivîn û desteserkirina şaredariyê wek desteserkirina îradeya xwe nirxandin û gotin: “Em ê li ber vê zilmê serî netewînin. Em ê bi paş ve gav neavêjin.”