Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e 2024-11-24 11:55:45  AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bertek nîşanî qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” da û got: “Ev qedexeye, nîşaneya tirsa wan e.”  Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, jinan xwestin li Pira Dehderî ya li navçeya Sûrê ya Amedê çalakiyê li dar bixin. Beriya çalakiyê, hat ragihandin ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku walîtiyê biryara qedexeyê daye lê derheqê qedexeyê de li er malpera fermî ya walîtiyê tu tiştek nehat parvekirin. Lê tevî biryarê jî jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.      Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî biryara qedexeyê axivî.    ‘ÎDIAYA JINAN A LI BER PERGALÊ RADIBE HEYE’    Halîde Turkoglû, da zanîn ku tevgera jinên kurd bi sala ye li qadan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz dike û wiha got: “‘Jin, jiyan, azadî’, di şexsê jinê de avakirina jiyanê ye. Dema jiyanê ava dike, ne nasnameya mêr ferz dike lê li ser nasnameya jina azad ava dike, birêxistin dike. Li dijî jina zext li ser tê kirin, keda wê tê xwarin û bindest, nasnameya jina azad ava dike. Her roj jin tên qetilkirin. Em dixwazin ev jin bijîn. Ma dê ev jin bi polîtîkaya mêrê serdest a ev îktîdar ferz dike bijîn? Nexêr, dê kesên jiyanê diparêzin vê biryarê bidin. Azadiya em dixwazin, di nava xwe de pergala nirxan a jinan, nasnameyan, gelan û bindestan bi têkoşîna hezaran sala ye ava kiriye dihewîne. Lewma dibe ku ji sê peyvan pêk bê lê belê jin serî li ber pergala kapîtalîst radikin û hewl didin feraseta netewe dewletê û serdestiya mêr bi dawî bikin. Ev îdiaye salên dûvdirêj e ji hêla jinên kurd ve li Bakur, Rojava û Başûr teşe digire. ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojava felsefeya jinayê û bingeha peymana civakî ye. Hem polîtîkaya wê heye hem jî bi pratîkên xwe jiyana rojane birêxistin dike.”    ‘DIRÛŞMEKE ENTERNASYONEL E’   Bi domdarî Halîde Turkoglû diyar kir ku “Jin, jiyan, azadî” serhildaneke û wiha pê de çû: “Jineke kole ferz dikin û em li dijî vê serî hil didin. Êrişî azadî û destkeftiyên me dikin. Em li dijî vê serî hil didin. Qêrîna vê serhildanê nîşanî hemû cîhanê dide. Ne tenê dirûşmeke jinên kurd a li qadan e, êdî dirûşm û felsefeyeke enternasyonel e. Li gelek welatan jin vê dirûşmê berz dikin. Anku piştevaniyeke jinan a enternasyonel e. Di guherîna şoreşê de bi zimanê kurdî xwe nîşan da. Zimanê kurdî hatiye qedexekirin lê rastiyek heye ku hemû jinên cîhanê xwedî li ‘jin, jiyan, azadî’ derdikevin.”    ‘KODÊN FAŞÎST ACIZ DIKE’   Halîde Turkoglû, anî ziman ku rejîma faşîst a mollayên Îranê ev dirûşm qedexe kiriye, cezayên îdamê daye û îktîdarên heyî jî ji vê dirûşmê ditirsin. Halîde Turkoglû, bi domdarî wiha got: “Tevgerên jinan ên Tirkiyeyê, femînîstên Tirkiyeyê û di qada mafên mirovan de gelek kes vê dirûşmê berz dikin. Jin, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku tevgera jinên kurd afirandiye têdikoşin. Ya ku kodên faşîst a vî welatî aciz dike jî ev e. Ji ewil ji hêla hinek siyasetmedarên AKP-MHP’î ve hedef hate girtin. Dixwazin têkoşîn û piştevaniya hevpar a jinan tune bikin. Walîtiya Amedê jî duh bi destê daraz û hêzên ewlekariyê biryara qedexeyê da. Dixwazin têkoşîna jinan têk bibin û têkoşîna tevgera jinên kurd hedef bigirin. Êrişî ruhê têkoşînê dikin. Ev biryara qedexeyê nîşan dide ku ji têkoşîna jinên kurd û ya jinên enternasyonal ditirsin. Dixwazin jinên kurd bi tenê bihêlin. Lê jinan bersiveke zelal dan vê qedexeyê û gotin; Jin, jiyan, azadî.”    Halîde Turkoglû, herî dawî ev tişt anî ziman: “Dê nekarin bi van qedexeyan paşvegavê bi jinan bidin avêtin. Berevajî vê, motîvasyona jinan zêdetir dibe. Dê  jin hêj bêhtir li kolan, Meclis û li her derê berz bikin. Ji bo guherîn û veguherîna vî welatî, divê bi rastî jî ‘Jin, jiyan, azadî’ were fêmkirin. Em hewl didin vê vebêjin û polîtîkaya vê dimeşînin. ‘Jin, jiyan, azadî’, pergala hevserokatiyê ye, nûnertiya wekhev e. Ji bo hilberîna jinê, li dijî tundiyê xweparastin û rêxistinbûn e. Jinan hebûna xwe di vê rastiyê de dîtiye û jin dê ji ber qedexeya walîtiyê dev ji dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bernedin. Hûn dê di meşa 25’ê Mijdarê de bibînin, em ê bênavber vê dirûşmê berz bikin. Mîna Peymana Stenbolê, mîna destkeftiyên jinan ên li Tirkiye û cîhanê, ‘jin, jiyan, azadî’ jî dengê jinan ê hevpar e. Kesek dev ji gotina ‘jin, jiyan azadî’ bernade.”    MA / Bêrîvan Altan