DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir 2024-11-21 14:20:58   DÊRSIM - DAD’ê têkildarî cezayê li hevşaredarê Dêrsimê û şaredarê Pulurê daxuyanî da û banga piştevaniya bi şaredaran re li gel kir.    Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) têkildarî cezayê 6 sal û 3 mehan ê hefsê yê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hatiye birîn daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdar hewl dide bi rêya gefa “tayînkirina qeyûman” zextê li gel bike û bi cezayê dawî re amadekariya tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê dike.    Bi domdarî hate gotin ku zîhniyeta ku Seyîd Riza û hevalên wî darve kirin, di salvegera darvekirina wan de bi heman zîhniyetê nêz dibe û polîtîkaya qirkirina çand, ziman, bawerî û civakî didomîne. DAD’ê destnîşan kir ku civaka Dêrsimê tu caran tehekûma tu kesî qebûl nekiriye û dê qebûl neke.    DAD’ê, bi domdarî diyar kir ku tu hukmê cezayên li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul hatine birîn ji bo wan tune ne. DAD’ê xwest ku ev ceza tavilê bên betalkirin û wiha bang li gel jî kir: “Di serî de canên li Dêrsimê dijîn, banga me ji bo hemû canên li metropolên Tirikyeyê û dîasporayê dijîn ew e ku li dora şaredariyan bicivin û piştevaniyê bidin hevşaredarên Dêrsimê.”