DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2024-11-29 22:18:30 AMED – DBP'ê ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê da, banga xwedîderketina li vînê li gel kir.  Lijneya Rêvebir a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê ya Wanê daxuyanî da.    Daxuyaniya DBP'ê bi vî rengî ye:   "Îro car din li dijî îradeya gelê Kurd bi destê qeyûman êrîşeke nû pêk hat. Bi biryara daraza ku siyasî tevdigere ji Hevşeradarê Navçeya Miksê Ayvaz Hazir re cezayekî nehiqûqî hat birin. Bi hinceta vê biryara siyasî, Şaredariya Miksê bi destê qeyûman hat xespkirin. Em baş dizanin ku israra siyaseta qeyûman nîşaneya dijmintiya li dijî gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê israra xwe hewl dide gelê Kurd bê îrade bihêle û teslîm bigre. Lê, çi dikin bila bikin wê gelê Kurd li hemberî siyaseta darbeyê çok netewîne. Li dijî darbeya qeyûman em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û di vê çarçoveyê de em bang li tevî gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derbikevin."