Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive 2024-12-02 13:24:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê dê îro bi rojeva “Qanûna Rewşa Kesî” bicive.    Ofîsa Ragihandinê ya Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand dê îro di saet 13:00’an de carek din parlamento li ser pênc mijaran bicive, yek ji mijarên ku wê parlemento li ser bicive û deng bide, guhertina “Qanûna Rewşa Kesî” ya Iraqê ye.   Hat gotin du mijarên din ku wê parlamento li ser bicive, vegerandina erd û malên kesên ku di dema rejîma Baas de jê hatine standin û efûya giştî ye.