Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine 2024-12-02 13:25:43 ENQERE - Wezareta Parastinê ya dewleta tirk got ku di tîrmehê de 3 leşker mirî ne lê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag got; “Di tîrmehê de 44 şehîdên me li herêma Kîlît-Pençeyê çêbûn.”  Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag duh li stenbolê beşdarî çalakiyeke partiya xwe bû û got ku di tîrmehê de 44 leşker hatine kuştin.    Ozdag, di axaftina xwe de gelek caran kurd hedef nîşan da û wiha bal kişand ser mirina leşkeran: “Di tîrmehê de, îsal tenê li Bakurê Iraqê li herêma Kîlît-Pençeyê 44 şehîdên me çêbûn. Ji bo her şehîdekî jî 10 birîndaran lê zêde bikin.”    LI GORÎ WEZARETÊ 3 LEŞKER MIRINE   Wezareta parastinê ya dewleta tirk jî li ser malpera xwe ya fermî got ku di tîrmehê de bi giştî 5 leşker mirine. Li gorî wezaretê çawişê pispor Çavuş Seydî Unlu li Somaliyê; çawişê pispor Huseyîn Karakoç li Sûriyeyê ji ber krîza dil miriye. Her wiha got ku serhengê peyade Abdullah Cem Demîrkan, efser Bahadir Ridvan Talay û Cebarîl Açar jî li “herêma pençe-kîlîtê” mirine.    HPG: 56 LEŞKER HATIN KUŞTIN   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê di bîlançoay meha tîrmehê de got ku di pevçûnan de 2 jê payebilind bi giştî 56 leşker hatine kuştin.    MA / Mehmet Aslan