Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar 2024-12-02 14:32:16 WAN - Derket holê ku keça Seroka Baskê Jinan a AKP’ê ya Wanê ya berê Havva Duran ku di rûniştina Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de tayînkirina qeyûman diparast, bêyî mulaqetê ji hêla VASKÎ’yê ve girtine kar.  Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê ya Wanê didomin. Li Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi rojeva qeyûm civîn hat lidarxistin û tayînkirina qeyûm hat protestokirin. Di dema protestoyê de Endama Meclisa Şaredariyê ya AKP’î û Seroka Baskê Jinan a AKP’a Wanê ya berê Havva Duran mînaka sepana GBT’ê da û piştgirî da tayînkirina qeyûm. Li ser vê yekê endamên meclisê bertek nîşan dan û koma AKP’ê meclis terikand.    KEÇA XWE BÊYÎ MULAQETÊ GIRT KAR   Derket holê ku Havva Duranê keça xwe ya bi navê Nîda Atici di serdema qeyûm de bêyî mulaqetê li Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VASKÎ) girtiye kar. Nîda Atici ku endezyara kîmyayê ye, ji 30’ê kanûna 2022’yan heta niha di bin sîwana VASKÎ’yê de weke memûra bipeyman dixebite.