Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da 2024-12-02 14:47:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê ragihandin ku wan li dijî komkujiyeke îxtîmalî ya komên paramîlîter, biryara tehliyekirina sivîlan a ji herêmê dane.  Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê der barê êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li dijî herêmê daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêma Til Rifet û Şehbayê kirin. Di van rojan de Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo parastina me, berxwedaneke bêhempa nîşan da. Ji bo ku gelê me rastî komkujiyan neyê, ji bo ku kesên bêguneh neyên qetilkirin, me biryar da ku ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin, derkevin.   Em teqez dikin ku derketina me ya ji herêma Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedana xwe ya rizgarkirina Efrînê berdaye; lê me di salên dawîn de tevahî mercên zehmet di kampan de tehemûl kir û ji niha ve dê têkoşîna me bi awayekî xurttir bidome. Em dê ji bo rizgarkirina xaka xwe û ware xwe ji dagirkeran, hemû hewldanan bikin.   Em spasiya Hêzên Rizgariya Efrînê dikin ku heya dawiyê parastina me kir û ji bo ku em bi ewle û keramet bijîn, fedakarî kirin.”