Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan 2024-12-02 15:12:45 AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar da û wiha got: “Gelê me dê bersivê bide vê bêhediyê. Îradeya hilbijartî, rûmeta me ye.”  Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hate binçavkirin û di 30’ê mijdarê de hate girtin. Ji bo Cengîz, li pêşiya Şaredariya Peyasê daxuyanî hate dayin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, gelek partiyî û nûnerên saziyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji binçavkirin, girtin û qeyûman re na” hate hilgirtin.    ‘DÊ ZIRARÊ BIDE AŞTIYA CIVAKÎ’   Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di daxuyaniyê de got ku bi rêya tirs, çoyê darazê têkoşîna hevşaredar, rêveber, ked û demokrasiyê hedef tê girtin. Bêrîvan Gulşen Sîncar girtina Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan şermezar kir û got ku pergala hevserokatiyê hedef hatiye girtin. Bêrîvan Gulşen Sîncar banga piştevaniyê li raya giştî ya demokratîk kir.    'HEVŞAREDARÊN ME RÛMETA ME NE’   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî wiha got: “Hevşaredarên me ji hêla gelê me ve hatin hilbijartin. Ev îrade, ji hêla gel ve hatiye misogerkirin û hûn mecbûr in rêz jê re bigirin. Li dijî pêdiviya pêkvejiyanê ya gelan derbe hat kirin. Gelê me dê bersivê bide vê bêhediyê. Îradeya hilbijartî, rûmeta me ye. Tenê gelê me dikare şaredariyan ji me bistîne.”    'TU XÊRA VAN POLÎTÎKAYAN JI BO GELAN NÎNE’    Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got ku armanca zîhniyeta derbekar ew e ku rengîniyên welêt tune bike û bibe yekane hêza biryardayinê. Şahîn, girtina hevşaredar û parlamenteran bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Ev sed sal in tu xêra van polîtîkayan ji bo gelên me nebû. Rojhilata Navîn dikele. Tekane rêya xelasiyê jî ew e ku her kes bi nasname û statûya xwe, di nava aştiyê de bijî. Heke tehemûla pêkvejiyanê nekin, hûnê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin.”    Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.