Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin 2024-12-02 15:35:13 AMED - Ji bo pirtûka “Dildarê Serkeftinê” ya Weşanên Aramê bi hinceta “îxbarê” biryara komkirinê hate dayin.  8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 3’yemîn de didome. Derheqê pirtûkeke Weşanên Aramê de biryara komkirinê hate dayin. Bi îdiaya “îxbarê”, derheqê pirtûka Mahmût Aba ya “Dildarê Serkeftinê” biryara komkirinê hate dayin. Polîsan, dest danîn ser pirtûkên li stantê.    Peywirdarê stantê Delîl Zengeralp hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.