ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN 2024-12-03 09:00:02   * Rojnameger Kurtay Serhat diyar kir ku stratejiya dewleta tirk a bidestxistina herêma Zapê têk çûye û wiha got: "Xitimî ne û piştgiriya digirin kêm dibe. Em tiştên berevajî ew dibêjin dibînin."    * Gulşen Geylanî, dayika Samî Geylanî yê ku berdana wî 2 salan hat taloqkirin û di hucreya yekkesî de tê girtin, got: "Bi salan e têra xwe îşkence hat kirin. Divê êdî dawî li van pêkanînan bê û kurê min bê berdan."   * Siyasetmedar û hevşaredarên DEM Partiyê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman desteserkirin e û gotin: "Divê gelê me vîna xwe biparêze û li dijî van pêkanînên dijdemokratîk li ber xwe bide."   * Hevserokê DBP'ê yê Herêma Marmarayê Mevlût Aykoç der barê xebatên DEKUP'ê de agahî da û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tiryak, fuhûş, îmhakirina ekolojîk û emanetê wê bidome.   * Endamên Meclisa Şaredariya Dêrsimê dê civîna meha kanûnê li Sûka Binerd li dar bixin. (10.00)   * Parlamenterên DEM Partiyê tevî şandeyeke navneteweyî ku ji rojnameger, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî pêk tê dê têkildarî tecrîdê serî li Wezareta Dadê bidin. (10.30) ZINDÎ   * Bi boneya 30’emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê dê li Kadirga ya Stenbolê daxuyanî bê dayin. (11.00) ZINDÎ   * Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li gelek bajaran bên protestokirin. (12.00-14.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ