Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide 2024-12-03 09:04:49 WAN - Siyasetmedar û hevşaredarên DEM Partiyê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman desteserkirin e û gotin: "Divê gelê me vîna xwe biparêze û li dijî van pêkanînên dijdemokratîk li ber xwe bide." Çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Miksê ku di 29'ê Mijdarê de qeyûm tayînî wê hat kirin dest pê kir, dewam dike. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê navçeya Şaxê Tayyîp Balga ku beşdarî çalakiya nobedê bû got: "Tu aliyê hiqûqî yê qeyûman nîne, bi temamî xespkirina vîna gel e. Qeyûm nîşana ku pergala heyî bi tevahî qediya ye. Me bi hilbjartinê şaredariyên xwe bi dest xistin, lê desthilata ku nikare vê têkçûnê qebûl bike, bi tayînkirina qeyûman dîsa dest datîne ser vîna gel. Divê gelê me li dijî qeyûman li ber xwe bide û xwedî li vîna xwe derkeve. Ger gelê me li dijî qeyûman li ber xwe bide, wê paşde gav biavêjin. Divê kes vê zilmê qebûl neke û mafên xwe yên demokratîk ên pêwîst bi kar bîne."   'DIVÊ GEL VÊ FERASETA XESPKER QEBÛL NEKE'   Hevşaredara Şaxê Gulten Baranê diyar kir ku çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûman û destwerdanên li dijî vîna gel wê bidomin û got: "Tayînkirina qeyûman darbeyek li vîna gelê Miksê ye. Ev kes çûn hilbijartinê û dengê xwe dan namzetên DEM Partiyê, em vê bêhiqûqiyê bi tu awayî qebûl nakin. Em ê li cem gelê xwe bin. Em ê vîna xwe radestî dagirkeran nekin û em ê li ber şaredariya xwe ya desteserkirî nobeda xwe bidomînin. Divê gelê me vîna xwe biparêze û vê zîhniyeta dagirker qebûl neke."   Hevşaredara Artêmetê Rabîa Başak Koçê jî diyar kir ku nobeda wan a edaletê ya li dijî tayînkirina qeyûman dê bidome. Rabîa Başak Koçê anî ziman ku polîtîkayên qeyûman tunehesibandina vîna gel e û wiha got: "8 sal in em bi van pêkanînan re rû bi rû man. Qeyûm tayînî gelek şaredariyan kirin, niha jî Şaredariya Miksê kirin hedef û qeyûm tayîn kirin. Em piştgiriyê nadin kesên ku îradeya gel tasfiye dikin. Me qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Xizmetên ku hevşaredarên me hezm nakin. Zihniyeta heyî bi tayînkirina qeyûman careke din îradeya gel tune hesibandin."   'WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'   Rabîa Başak Koçê diyar kir ku ew ê bi piştgiriya gel li dijî van pêkanînên qeyûm rabin û got: "Em hemû gelê xwe vedixwînin nobeda xwe ya edaletê ya ku ev 3 roj in dest pê kiriye. Em tekez dikin ku divê li hemberî vê bêdeng nemînin. Em ê tu carî dest ji vê bêhiqûqiyê bernedin û divê gelê me li dijî van pêkanînên dijdemokratîk bisekine."   MA / Bîlal Babat