Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir 2024-12-03 10:35:07 ENQERE - Şandeya navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da û wiha got: “Em bi awayekî xurt daxwaza dikin ku birêz Ocalan were berdan û hevdîtinên aştiyê yên şênber dest pê bikin.” Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û şandeya navneteweyî ku siyasetmedar, sendîkavan û rojnameger jî di nav de ne, bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, dê serî li Wezareta Dadê bidin. Şande, beriya serlêdanê li pêşiya wezaretê daxuyanî da.    Parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baier, parlamenterên Tifaqa Çep a Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra, Matteo Massa, Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Eduardo Jorge Costa Pinto, Parlamentera Katalonyayê Eulàlia Reguant Cura, Endamê Lijneya Rêveber a Katalonya CUP’ê Blai Tabarner, Rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norweçê Anne Kulseng Berg, Rêvebera Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Îtalyayê Caterina Posterino, Rêvebera Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê Fracesca Baruffaldi, Rojnameger Benedetta Rossi, Daniela Galie, Seroka Koma Komunist a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Raphaëlle Primet, Rêveberê Eyaleta Hesenê ya Partiya Çep a Almanyayê Jakob Migenda û Rêveberê Partiya Çep a Almanyayê Yûsûf Karecelîk tev li daxuyaniyê bûn.    ‘BI GAVÊN ŞÊNBER DIKARE BIRÎNÊN XWÎNÎ BÊN DERMANKIRIN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz beriya daxuyaniyê axivî û wiha got: “Pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Hem partiya me hem jî gelek sazî ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin di nava hewldanan de ne. Heke daxwazeke ji bo aştiyeke birûmet hebe, ev yek bi rê û rêbazên demokratîk dibe. Armanca şandeya îro bi me re ew e ku bi Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Di mijara rol û muxatabiya birêz Ocalan a di pirsgirêka kurd de dê bi gelek saziyan re hevdîtinan bikin. Îro jî ji bo balê bikişînin ser encamên tecrîda mutleq dê serî li Wezareta Dadê bidin. Her wiha xwestin bi wezaretê re hevdîtinê bikin. Divê êdî dewlet û hikûmet jî guh bide rol û muxatabiya birêz Ocalan. Divê gavên şênber bên avêtin. Dermankirina birînên xwînî bi vî awayî dibe.”    ‘BALKIŞANDINA SER DENGÊ OCALAN GIRÎNG E’    Parlamentera Tifaqa Çep a Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra jî metna hevpar xwend û peyama piştevaniya bi gelê kurd re da.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi taybet jî di vê serdemê de em girîng dibînin ku ji bo pêşxistina stratejiya guftûgoyê bi hikûmeta Tirkiyeyê re pêwendiyan danîn. Di heman demê de balkişandina ser dengê birêz Abdullah Ocalan girîngiyeke jiyanî ye.    ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ   Piştî dagirkirina Til Rifetê û êrişên li dijî kurdên li Helebê, nifûsa kurd li ber xetereya tunebûnê ye. Ji 26’ê mijdarê heta niha li herêma Helebê bi hezaran sivîl bi taybet jî nifûsa kurd bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Rewşeke aloz heye û ji ber dorpêçeke zor, bi krîzeke însanî re rû bi rû ne. Şoreşa Rojava, ji hêla mafê diyarkirina qedera xwe, mafên mirovan û berxwedana li dijî zextê tecrûbeyeke mezin e ku mînakên wê nînin.    ROJAVA JI CÎHANÊ RE BÛ RONAHIYA HÊVIYÊ   Vê şoreşa ku li ser xaka kurdan li bakurê Sûriyeyê pêş ketî, pergaleke li ser bingeha wekheviya zayenda civakî, demokrasiya raste rast û jiyaneke aştiyane ya di navbera komên etnîkî û olên cuda de ava kir. Nîşanî hemû cîhanê da ku tevî pevçûn û bêîstîqrariyan jî Rıjavayê di nava şert û mercên zehmet de karî civakeke dorfireh û adilane ava bike û bû ronahiya hêviyê ji cîhanê re.    PÊDIVÎ BI ÇALAKIYA BIBIRYAR HEYE   Berxwedêriya kurdan, di têkoşîna li dijî terorîzma DAIŞ’ê û îstîqrara herêmê de diyarker bû. Lê belê li gel ku bi ser berxwedana Kobanê ya pêşketina DAIŞ’ê da sekinandin 10 sal derbas bûne jî, ev modêla civakî niha ne tenê gelê kurd, di heman demê de nirxên azadî û demokrasiyê yên Rojava temsiliyeta wan dike bi gefa tunebûnê re rû bi rû ne. Lewma em dixwazin bangawaziyeke xurt bikin; ji bo pêşîlêgirtina tundiyê û karesateke nû ya însanî, hewcehî bi çalakiyeke lezgîn û bibiryar heye. Pêşeroja Sûriyeyê û civakên li wir dijîn nediyar e lê bersiveke siyasî û însanî ya ku piştevaniya navneteweyî û ewlehiya hemû gelên herêmê û rûmetê misoger dike, di heman demê de dikare deriyê çareseriya siyasî ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî veke.    OCALAN JI BO HÊSANKIRINA GUFTÛGOYÊ PIR GIRÎNG E    Îro em li vê derê careke din dibêjin ku, rewşa gelê kurd hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo civaka navneteweyî encamên girîng bi xwe re tîne. Li gorî me, bandora birêz Abdullah Ocalan ji bo hêsankirina guftûgo û feraseta di navbera hikûmeta Tirk û civakên kurd de pir girîng e. Bi taybet jî di navbera salên 2013-2015’an de birêz Ocalan ji bo çareseriyeke aştiyane nexşerêyeke kete nava hewldanên bi hûr û kûr û daxwaza xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê bi çalak raber kir. Birêz Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, mafên wî yên jêneveger tên binpêkirin û ev yek li dijî pergala hiqûqê ya neteweyî û navneteweyî ye.    BIRYARA DMME’YÊ BI BÎR XIST   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku cezayê muebbeta girankirî yê bêyî sûdê ji mafê berdana bişert bigire yê li birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn, binpêkirina Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Ev xala peymanê dibêje ku nabe îşkence û muameleya dermirovî li kesekî were kirin. Di heman demê de dadgehê got ku cezayê muebbetê yê li birêz Ocalan hatiye birîn rê li ber binpêkirina mafê hêviyê vekiriye û bi awayekî fiîlî cezayê mirinê ye ku dema wê hatiye dirêjkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di biryara xwe ya 19’ê îlona 2014’an de bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigere. Tevî van rexne û biryaran jî tecrîda derqanûnî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ji sala 2021’an heta niha didome.    EM DIXWAZIN OCALAN WERE BERDAN    Em careke din vê biryara girîng a hiqûqa navneteweyî bi bîra hikûmeta Tirkiyeyê dixin û bang lê dikin ku dilsoziya xwe ya bi rêgezên sereke yên mafên mirovan cîbicî bikin. Em ji bo vê li vir in. Bi vê sedemê, em bi awayekî xurt daxwaz dikin ku birêz Ocalan demildest were berdan û hevdîtinên aştiyê yên şênber dest pê bikin. Heta ku bi gelê kurd re aştiyeke adilane tê kirin û birêz Ocalan azad dibe jî dê xebatên me yên di vê çarçoveyê de bidomin.”