‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’ 2024-12-03 10:46:28 DÊRSIM - Cîgirê Hevşaredarê Dêrsimê Mûstafa Taşkale ku ji peywirê hate girtin wiha got: “Heta qeyûm ji vê şaredariyê diçe dê berxwedana me bidome.”  Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 22’yê mijdarê de waliyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû weke qeyûm li Şaredariya Dêrsimê tayîn kir. Di roja qeyûm hatiye tayînkirin de ji bo Hevşaredar Bîrsen Orhan biryara binçavkirinê hate dayin. Di 24’ê Mijdarê de bi şertê hefsa malê hate berdan. Di demên piştre de bi ser mala wê ya li Pêrtagê de hate girtin û bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna têkildarî civîn û xwepêşandanan” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hate girtin. Qeyûm, ji ewil dora şaredariyê bi blokên beton girt, cîgirên hevşaredaran Mûstafa Taşkale û Umît Kaya ji peywirê girt û li şûna wan Alî Tekataş ê bi nelirêtiyan tê naskirin weke cîgirê xwe tayîn kir.    Mûstafa Taşkale têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û got ku dê rêveberî û meclisa şaredariyê karên xwe bidomînin.    ‘DÊRSIM MODÊLEKE MÎNAK E’   Taşkale, diyar kir ku tifaqa li Dêrsimê ji bo tirkiyeyê bûye mînak û wiha got: “Tifaqê bajar birêve dibir. Tevlibûna merasîmên cenazeyan û çalakiyên li dijî talankirina xwezayê weke hinceta tayînkirina qeyûman nîşan dane. Hemû xelkê bajar tev li van dibin. Ev, hincertên neheq û bêhiqûqî bûn. Qeyûm cade bi betonan girtiye û polîs li ser serê xebatkaran disekinin. Ne tenê gelê Dêrsimê, divê Tirkiye qeyûm qebûl neke. Mafê bijartin û hilbijartinê heye lê li dijî vî mafî derbe kirin. Îradeya gel nas nakin. Vê yekê di hafizeya gel de texrîbat çêkir.”    ‘DIXWAZIN PERGALA RANT Û TALANÊ BIDOMÎNIN’    Taşkale, axaftina xwe wiha qedand: “Hewl didin bi rêya qeyûman, pergala rant û talanê bidomînin. Em ji peywirê hatin girtin lê endamên meclisê hêj li ser karê xwe ne. Em ê tevî van hevalan îro dest bi pêvajoya civînan bikin. Ji bo li eywana şaredariyê bicivin em ê sibe li wir bin. Heke destûr neyê dayin em ê li Sûka Binerd bên gel hev. Em ê civîna xwe bi beşdariya gel li dar bixin. Em ê li dijî sepanên dij-demokratîk ên qeyûm mil bidin milê hev. Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome. Ya girîng, îradeya gel e.”