Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin 2024-12-03 12:16:45 AMED - Polîsên dewleta tirk di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de dest danîns er pirtûka Nelson Mandela ya “Rêya Diçe Azadiyê” û pirtûka ku nameyên Mehmet Hayrî Durmuş tê de hatine berhevkirin.  Di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de ji bo du pirtûkan biryara komkirinê hate dayin. Polîsên dewleta tirk dest danîn ser pirtûka otobiyografîk a jiyana Nelson Mandela vedibêje ya “Rêya Diçe Azadiyê” ku li ser standa Weşanên Aramê bû û pirtûka ji nameyên Mehmet Hayrî Durmuş ê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê lil dijî îşkenceyan ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dabû pêk dihat. Polîsan, gotin ku ji bo her du pirtûkan jî biryara komkirinê hatiye dayin.    Duh jî ji bo pirtîka Mahmût Aba ya “Dildarê Serkeftinê” ya li ser standa Weşanên Aramê biryara komkirinê hatibû dayin.    Rayedarên Weşanên Aramê bertek nîşanî polîsan dan. Xebatkara stantê Newal Bulut, wiha got: “Heta ku tenê yek pirtûka me dimîne em ê beşdarî fuarê bibin. Em ê li şûna pirtûkên me yên hatine xespkirin jî nivîsa ‘pirtûkên me yên hatine xespkirin’ hilayîsin.”