Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin

  • rojane
  • 10:12 21 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Mamosteyên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê dan û îstîfa kirin. Malbatan jî biryar dan ku zarokên xwe neşînin kreşê. 

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 4’ê mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Mamosteyên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” ku Şaredariya Êlihê di 15’ê cotmehê de vekiribû, li dijî tayînkirina qeyûm bertek nîşan da û biryar dan ku nexebitin
Malbatan jî biryar dan ku zarokên xwe neşînin kreşê. 
 
DÊ 2 KREŞÊN DIN BIHATINA VEKIRIN 
 
Mehmet Esen ku beriya tayînkirina qeyûm berdevkiya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya şaredariyê dikir, da zanîn ku wan li dijî polîtîkayên pişaftinê reş vekiribûn. Esen, wiha got: “Ev, kreşa ewil bû û dê me 2 kreşên din jî vekira. Lê kesên tehemûla îradeya gel nekirin, şaredariyên me xesp kirin û pêşiya van xebatan girtin. Mamosteyên di vê kreşa nû de dest bi kar kiribûn, weke bertekeke li dijî xespkirina îradeyê, biryar dan ku karê xwe yê li kreşê bi dawî bikin. Îstîfa kirin. Ev der niha girtî ye. Heke xespkirina îradeyê bi dawî bikin, hem mamoste hem jî malbat dê vê derê dîsa zindî bikin û em ê 2 kreşên din jî vekin.” 
 
'QEYÛM PIŞAFTIN E’
 
Esen, axaftina xwe wiha qedand: “Qeyûm, pişaftin e. Dema em li rabûrdiya qeyûman dinihêrin, em dikarin êrişên li dijî kurdî bibînin. Di her serdemê de polîtîkayên pişaftinê xistin dewrê û êriş kirin. Li dijî vê hewceye em jî bêhtir xwedî li îrade, ziman û çanda xwe derkevin.” 
 
MA / Fethî Balaman