Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin

  • rojane
  • 08:35 3 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Helebê 2 li Til Rifetê jî kesek qetil kirin. 

Welatiyê bi navê Ehmed Hiso dema tevî hevjîna xwe ji Til Rifetê hewl dida biçe Efrînê, rastî êrişa komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk hat. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di êrişê de Ehmed Hiso hate qetilkirin û hevjîna wî jî birîndar bû. 
 
2 KES HATIN QETILKIRIN
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; çavkaniyên herêmî dan zanîn ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk lil Helebê êrişî malbeteke kurd kirin. Di êrişê3 de 2 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êriş li nêzî Xaçerêya Şêxanê ya Helebê pêk hatiye û di êrişê de Cemal Mûrsîl û kurê wê Hesen (24) hatin qetilkirin û hevjînê wê Cemal û keça wê jî bi giranî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Yasînê ya li Taxa Şêxmeqsûdê. 
 
Hat zanîn ku malbata hedef hatiye girtin ji gundê Qert Qelatê yê Efrînê ye.