Di doza kuştina 5 kesan de daxwaza cezayê muebeda girankirî 2024-10-23 15:10:33 MÊRDÎN - Di doza têkildarî kuştina 5 kesên dihokî de derbarê 2 bersûcan de 5 caran cezayê hefsê yê muebeda girankirî hate xwestin.    Li ser Rêya Hevrîşimê ya di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de di 19’ê çileyê de li dijî wesayîteke welatiyên ji Duhoka Herêma Kurdistana Federe êrişa çekdarî pêk hatibû û di êrişê de Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Salih Mustafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn hatin kuştin. Dozger di dozê de têkildarî kuştina welatiyan mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Di doza derbarê Faris Akseven û Abdullah Kaplan de ku bi sûcên kuştinê tên sûcdarkirin û Îbrahîm Dogan, Ç. B. (17) û Mûrat Yigît ku tê gotin tev li bûyerê bûne, dozger beriya danişîna ku wê di 14'ê mijdarê de pêk were, mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir.   Di mutalaya dosyaya ku têkiliya siyasî ya bûyerê nehate lêkolînkirin de hate îdiakirin ku êriş ji ber şelandinê hatiye kirin. Di mutalayê de hate diyarkirin ku ji ber bersûc ji bo bikaranîna çekê hevdû sûcdar dikin kesê ku çek bikaranî ye nehatiye tespîtkirin.    JI HER YEKÊ RE 5 CARAN CEZAYÊ MUEBEDA GIRANKIRÎ HATE XWESTIN   Di mutalayê de derbarê Abdullah Kaplan û Faris Akseven de ji ber sûcên “Veşartina sûcekî an jî veşartina delîlên sûcekî din an jî bi armanca neyên girtin kuştin” , “Şelandina bişev, şêlandina biçek a ji aliyê zêdetirî kesan ve” cuda cuda 5 caran cezayê hefsê yê muebeda girankirî hate daxwazkirin.    Di mutalayê de ji ber sûcên  “ji holêrakirina delîlên sûc, veşartin û guhertin” û bi îdiaya "bêyî destûr îthalkirin, hilberîn, veguhastin û firotina çek û guleyan a li welat” hate xwestin ku Ç.B. were cezakirin.    JI BO KESEKÊ DAXWAZA BERAETÊ    Di mutalayê de derbarê Mûrat Yîgît ê xwediyê wesayîta di bûyerê de hatiye bikaranîn û karê kirêkirinê dike de ji sûcên “Veşartina sûcekî an jî veşartina delîlên sûcekî din an jî bi armanca neyên girtin kuştin” , “Şelandina bişev, şêlandina biçek a ji aliyê zêdetirî kesan ve” beraeta wî hate xwestin.