Noqteyên Muhafizên Şoreşê hatin bombebarankirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di danê sibehê de li Kirmaşan û gelek deverên din ên rojhilatê Kurdistanê noqteyên Muhafizên Şoreşê yên Îranê hatin bombebarankirin. 

 
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 5’an de didomin. Li rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Muhafizên Şoreşê hatin bombebarankirin. Di êrişê de balafirên şer û moşek hatin bikaranîn. Hat ragihandin ku li bajarên Tehran, Şîraz, Bane, Kirmaşan, Serdeşt, Urmiye, Kum, Zahîdan, Bender, Abbas, Ciwanro, Seqiz û Meşhedê avahiyên fermî û li Bendergeha Kongê ya li bajarê Kerecê hatin bombebarankirin. 
 
Li hêla din, hate zanîn ku Muhafizên Şoreşê li Merîwan û Rojhilatê Hewremanê baregeheke nû ava kir. Hat ragihandin ku Muhafizên Şoreşê yên li bajarê Bokanê cilên sivîl li xwe kirine û gefan li gel dixwin. Baregehên leşkerî yên rastî êrişê hatin, li nêzî jîngehan e lewma tê gotin ku gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne. Lêbelê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran heta niha jî tu agahiyên zelal nehatine parvekirin.