Hêzên Kurd, dezenformasyona gerdûnî bi tundî derewandin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku nûçeyên pûç ên ji hêla Fox News û Axios DYA'yê ve hatine belavkirin ku gotibûn "bi hezaran hêzên Kurd ên Iraqê ji bo destpêkirina operasyoneke bejayî derbasî Îranê bûne", derew derketin. Partiyên Kurd, mijarê derewandin û çapemeniya cîhanê jî nûçeyên di vî warî de paş ve kişandin. 

 
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê didomin. Ligel şer, bi nûçeyên spekulatîf tê xwestin ku raya giştî agahiyên şaş wergire. Fox News û Axios ên DYA'yê di 4'ê Adara 2026'an saet di 23.00'yan de, nûçeyeke wekî "bi hezaran Kurdên Iraqê derbasî Îranê bûne û êrîşeke bejayî dane destpêkirin" ku spartin rayedarekî Amerîkî yê navê wî nehat eşkerekirin, serwîs kirin. 
 
Fox News ku vê vê nûçeyê bi weşanên zindî û mêvanên pispor destke kir, di demeke kurt de li ser medyaya sanal û çapemeniya avneteweyî de veguherî dezenformasyoneke gerdûnî. 
 
PARTIYÊN KURD HEDEF HATIN GIRTIN  
 
Çapemeniya sereke û alîgirê hikûmetê li Tirkiyeyê jî ev dezenformasyona gerdûnî, bi hedefgirtina partiyên Kurd, zêde kir. Rûdaw, têkildarî mijarê xwe gihand partiyên Kurd yên Rojhilatê. Rûdaw, rasterast bi rayedarên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (I-KDP), Civaka Karkerên Kurdistanê (Komela) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) re têkilî danî.
 
DEREWANDIN  
 
Hemû partîyên Rojhilatê bi awayekî tund îdiayan red kirin û diyar kirin ku tu hêz ji bo Îran an Rojhilatê Kurdistanê nehatine şandin. Fox News û Axios ku nûçeyên derew belav kiribûn, paşê naveroka wan jêbirin.
 
Hevpeymaniya partîyên Kurd ên Rojhilatê, di daxuyaniyên xwe yên heta niha de, girîngiya piştgirîya raya giştî ji beşdarbûna rasterast a leşkerî zêdetir tekez dike û bang li gelê Rojhilat dike.    
Nûçeyên Têkildar
Trump: Naxwazim agirbestê bikim
Trump: Naxwazim agirbestê bikim

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku Îran serûbin kirine û got: “Naxwazim agirbestê bikim.”

Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin
Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin

Di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li dijî noqteyee li bajarê Tebrîzê de ji hêza milîsan (besîc) ên rejîma Îranê 13 jê hatin kuştin.

Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn
Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn

Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê dê ji bo gelê Îranê aştî û demokrasiyê neynin û got: “Ji bo gelê Îranê çareserî ne destwerdana DYA’yê ye, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk rêya sêyemîn dikare bibe alternatîf.”

Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin
Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin

Tabûra Heşdî Şebî ya li navçeya Dubizê ya Kerkûkê hate bombebarankirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya DYA’yê bi dron û moşekan hedef hate girtin.

Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo netewe û azadîxwazên li Îranê peyamek weşand û banga têkoşîna hevpar kir.