DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin 2025-07-14 16:28:23 AMED - DBP'ê, têkildarê polîsên ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbata ku ji 10 kesan pêk dihat derb kiribû, daxuyanî da û got: “Hemû polîsên ku beşdarî îşkenceyê bûne divê ji kar bên avêtin û bên darizandin.” Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî malbata ku ji 10 kesan pêk dihat û li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî ji aliyê polîsan ve hatibûn îşkencekirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bûyer ne tekakesî yê û divê berpirsiyar bên darizandin.    Di daxuyaniyê de wihat hate gotin: “Welatiyên ku zarok û jineke ducanî jî di nava wan de bûn, li nava kolanê rastî îşkenceyê hatin. Jina ducanî ji ber di dema îşkenceyê de pêhn lê hate xistin, neçar hate hiştin ku bi rêbaza sezeryanê bi lezgînî were emeliyatkirin. Ev êriş ne ‘bûyereke takekesî’ yan ‘bûyereke edlî’ ye. Ev êrişeke sîstematik a li dijî nasname, ziman û hebûna Kurd e. Tundiya ku li Bayrampaşayê rû da, encama polîtîkayên nîjadperestiyê, zordariya polîsan a bêcezakirinê û bêtehemûliya li dijî Kurdan e. Ev sûcê ku li Bayrampaşayê qewimî divê tavilê bê lêpirsîn, hemû polîsên ku beşdarî îşkenceyê bûne ji kar bên avêtin û berpirsiyar bên cezakirin.”