Welatiyên navçeya Madimakê ku ji bo danûstandinê çûn bazarê, diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê nikarin debara xwe bikin û nikarin pêdiviyên xwe bikirin.
Şîrketa karsazê AKP'î Suleyman Bolunmez ku destûra wî ya lêgerîna komirê ji aliyê Dadgeha Kargerî ya Bilind ve bi 'nelirêtiyê' hat betalkirin, tevî vê biryarê jî rez, bax û zeviyên gund xera kir.
Ji bo lîtreya benzînê lîreyek û 22 quriş zem hate kirin.
Endamê OHD’ê Emîn Gokdemîr, diyar kir ku ji bo naskirina statuya Kurdî guhertina Destûra Bingehîn bi tena serê xwe bes nake û got ku hewceye “Qanûna Herfan” û “Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê” û çendek qanûnên din ên astengiyan derdixînin bên guherandin.
Hunermendan diyar kirin ku bendewariya wan a ji komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ew e ku çand û hunera Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan, diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê li komeleyên ser ziman xebatan dimeşîne guhdarî bike û got: “Daxwaza me statuya Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê ye.”