Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê

img
ENQERE - Karkerên ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ji kar derxistî, çûn serdana DEM Partiyê û li dijî neheqiya lê hatiye kirin piştevanî xwestin. 
 
Karkerên ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji kar hatine derxistin, li Enqereyê çûn serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê. Karkeran, bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Cîgirên Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz û Mehmet Ruştu Tîryakî re hevdîtin kirin. Karkeran, neheqiya li wan hatiye kirin vegotin û ji bo vegerin karên xwe alîkarî xwestin. 
 
Şandeya DEM Partiyê jî got ku dê piştgiriyê bidin û têkoşîna xwe ya li dijî sepana qeyûm bidomînin.