Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên Îsraîlê yên di nava 24 saetên dawî de ji lîderên siyasî yên Hamasê Salah el Bardaweel jî di nav de herî kêm 32 kes hatin qetilkirin. 
 
Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de hate xerakirin, şer û pevçûn dîsa det pê kirin. Li gorî nûçeya Al Jazeerayê; di encama êrişên Îsraîlê yên ji şeva din heta niha de herî kêm 32 kes hatin qetilkirin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di encama êrişa li dijî bajarê Han Yunusê ya li başûrê Xezeyê de yek ji rayedarên  payebilind ên Hamasê Salah El Bardaweeel, hevjîn û zarokê wî jî hatine qetilkirin. 
 
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji 18’ê Adarê roja xerabûna agirbestê heta niha di êrişên Îsraîlê de herî kêm 634 Filistînî hatine qetilkirin û hezar û 172 kes jî birîndar bûne.