Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 16:07 1 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê rojhilatê Hindistanê di nava du rojaên dawî de zêdetirî 30 kesan ji ber lehî û hezazan jiyana xwe ji dest dan. 

Li bakurê rojhilatê Hindistanê di nava du rojên dawî de ji ber baranên muson lehî rabûn û hezaz pêk hatin. Rayedarên rêveberiya afetê ragihandin ku 8 kes li Assamê, 9 kes jî li eyaleta Arunachal Pradesh jiyana xwe ji dest dan ku bi taybet jî li van herêman gelek hezaz çêbûne. Li eyaleta Mizoramê 5, li Meghalayayê 6 û li Nagaland û Tripura jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Baranên musonê her ku diçe tundtir dibin, lewma li seranserî herêmê çem tejî bûn. Hat diyarkirin ku Çemê Brahmaputra yê ku ji Hîmalayan derdikeve herêmê derbas dike û digihije Bangladeşê, tejî bû û niştecihên derdor di bin avê de hiştiye. Li herêmê li gelek noqteyan hişyariya “alarma sor” hate îlankirin.
 
Artêşa Hindistanê destnîşan kir ku di operasyoneke mezin a li eyaleta Manîpur de bi sedan kes hatine rizgarkirin.