Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar

  • cîhan
  • 11:29 2 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa molotofkokteylan a li hember civîna ku ji bo piştgiriya rehîneyên Îsraîlî yên li eyaleta Colorado yê hate lidarxistin de 8 kes birîndar bûn. 
 
Li bajarê Denver ê bajarê Colorado yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) , di civîna piştgiriya bi rehîneyên Îsraîlî yên li Pearl Street Mallê de êrîşeke bi molotofkokteylan hate kirin . Di êrîşa ku kesekî nasnameya wî nehat zanîn de 8 kes birîndar bûn. 
 
Şefê ofîsa Denver a FBI'yê Mark Mîçalek diyar kir ku êrîşkar Mohamed Sabry Soliman ê 45 salî ye. Hat ragihandin ku Soliman ê li navendeke binçavkirinê ya li wîlayeta Boûlder a li bakurê Denverê tê ragirtin, vîzeya wî qediya ye û koçberê ji Misrê ye.