Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja li Efxanistanê de jiyana xwe ji dest dane 800 kes derbas kir û nêzî hezar û 800 kes jî birîndar bûn. 
 
Di roja yekşemê de li Eyaleta Kunar a Çiyayî ya li rojhilatê Efxanistanê bi pileya 6.0 erdhej çêbû. Hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi ser 800’ê ket. Her wiha zêdetirî hezar û 800 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku gelek kes hêj di bin kavilan de ne lewma dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe. Rayedaran gotin ku gundên li herêmê bi temamî hilweşiyane.
 
Ji ber wêraniya erdhejê bi xwe re anî, rêyên diçin gundan hatine girtin lewma xebatên lêgerînê bi helîkopteran tê kirin. 
 
Rejîma Talîbanê, banga alîkariya navneteweyî kir. Brîtanyayê temînata alîkariya milyonek sterlînê da. Lê got ku dê pere nekeve destê Talîbanê. Hindistanê jî tevî konan, alîkariya xurek û amûran kir. Çînê jî soza alîkariyê da. 
 
Seroka Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Amy Martin, gotibû ku li herêmên erdhej lê çêbûye herî zêde pêdivî bi mal, stargeh û betaniyeyan heye.