'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'

  • rojane
  • 09:20 18 Mijdar 2020
  • |
img

WAN - Li navçeya Rêya Armûşê welatiyên ku diçin bazarê tenê li fiyetan mêze dikin û diçin. Welatiyan, anî ziman ku ji ber krîzê êdî mesrefê metbexê kêm kirine. 

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî êdî welatî bi zorê debara xwe dikin. Li bazara Taxa Şerefiyeyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî hem welatî hem jî esnaf nesîbê xwe ji vê krîzê girtine. Welatiyên tên bazarê diyar dikin ku tenê li fiyetên beran mêze dikin û bêyî ku bikirin diçin malê û gotin, êdî nikarin debara xwe bikin. 
 
DU KÎSIK 50 TL 
 
Kemal Agirbaş ê 77 salî ku bi meaşê wî yê extiyariyê 700 TL ye û ji bo pêdiviyên xwe hatiye bazarê, anî ziman ku hingî her tişt biha ye tenê du kîsik zebze û fêkî standine. Agirbaş, diyar kir ku bi hatina zivistanê re dê rewşa wan zehmettir bibe û got: "Rewşa aboriyê qet nebaş e. Êdî em nikarin tiştekî jî bikirin. Tenê em li fiyetan mêze dikin. Min 50 TL xerc kir. Tenê min karibû du kîsik ber bikire. Nizanim em ê çawa ji derheqê vê zivistanê derkevin, XWedê zane." 
 
'EM Ê BI DU KÎSIK PATAT ÎDARE BIKIN' 
 
Agirbaş, anî ziman ku berê ji bo zivistanê 8 kîsik patat dikirîn, lê belê niha tenê 2 kîsik kirîne. Agirbaş got: "Em ê 7 mehan bi van du kîsikan îdare bikin. Em giş perîşan bûne. Kar û bar tune ye. Ciwanên me zivistanê li mal dimînin heya biharê. Îjar em ê heya biharê bê deramet çi bikin. Em ê çawa debara xwe bikin. Niha meaşê min ê extiyariyê heye. Bi vî meaşê baş xirab debara xwe dikim. 12 zarokên min hene. Hin jê zewicandî ne. Hin jê jî xwendekar in. Êdî em nikarin zarokan bidin xwendin. Giş li malê ne. Tenê em dixwazin rewşa aboriyê baş bibe û betalî kêm bibe." 
 
Gonul Soçîn jî anî ziman ku ji ber ku her tişt biha bûye êdî ji mesrefên metbaxê kêm dikin û got: "Ji bo danûstendina hatim bazarê. Êdî mirov nikare tiştekî bikire. Pereyê di bêrîkê de diqede. Kîloya firingî û îsotan bûye 5 TL. Ev yek bandorê li metbaxê dike. Berên ku par me dikirîn, niha em nîviyê wan dikirin. Berê me bi 100 TL'yî 8-9 metere tirşî çêdikir. Lê îsal bi heman pereyî me tenê du metere çêkirine. 3 zarokên min hene. Yek jê ji bo zanîngehê amadekariya xwe dike. Yek jê diçe lîseyê, yek jê jî diçe dibistana seretayî. Îjar gava mesrefên wan ên dibistanê jî dikeve ser, em bêtir zehmetiyê dikişînin." 
 
‘EM NIKARIN BIXEBITIN' 
 
Esnaf Nedîm Soylû jî anî ziman ku ji ber ku pereyên mirovan tune ne karê wan jî nabe. Soylû got: "Ji ber pandemiyê êdî rewşa bazarê jî nebaş e. Ez jî patat û pîvazan difiroşim. Ji ber ku kar tune ye, pereyê mirovan jî tuneye. Ev yek bandorê li me jî dike. Berê min rojê bi 2 hezar TL'yan ber difirotin. Lê niha 200-300 TL kar dikim. Ew jî têr nake. Êdî debar zehmet bûye." 
 

Sernavên din

22/11/2020
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’