Bang li Meclîsê kir: Peywira xwe ya venêranê pêk bîne

  • jin
  • 09:07 24 Mijdar 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Endama Platforma EŞÎK'ê Tulîn Kesîktaş, bang li Meclîsê kir ku di çaçroveya 25'ê Mijdarê de ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê danişîneke taybet li dar bixe û peywira xwe ya venêranê pêk bîne.

Platforma Jinê ya Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ku li dijî gefên li Peymana Stenbolê tên xwarin ji hêla gelek rêxistinên jinan ve hat avakirin, di demeke kurt de di ser 500'î re pêkhateyên wê çêbûn. Dilxwaza Platforma EŞÎK'ê Tulîn Kesîktaş, behsa xebatên EŞÎK'ê û xebatên wan ên derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê kir. 
 
Kesîktaşê da zanîn ku Platforma EŞÎK'ê di 1'ê Tebaxê de hatiye avakirin, lê belê keda têkoşîna bi sedan salan a jinê kiriye kedeke hevpar û got: "Ev danehevî, gava gefên li ser mafên jinan dibin rojev, dibe têkoşîneke hevpar û berteka xwe nîşan dide."
 
Kesîktaşê, anî ziman ku li Tirkiyeyê mudaxileyî destkeftiyên têkoşîna jinan tê kirin û got, niha jî tê xwestin mafên bi sedan sal in bi têkoşînê bi dest ketine bên binpêkirin. Kesîktaşê ji bo vê jî bal kişand ser mafê nefeqeyê, guherandina qanûna zewca di umrê biçûk de, qanûna 6284'an û Peymana Stenbolê hwd. 
 
Kesîktaşê got: "Ji ber pandemiyê em civînên xwe her hefte bi awayekî onlayn dikin. Pêşî em li ser polîtîkayên ku dê karibin pêşî li ber şidetê bgirin û destkeftiyên jinan dorfireh bikin disekinin û dixebtin. Me bi pêkhateyên xwe 12 komîsyon ava kirine. Ev komîsyon di warê meclîs, saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî de xebatên derbarê jinan de dikin. Her wiha derbarê mafê nefeqeyê û Peymana Stenbolê de komîsyoneke me ya akademîsyenna heye. Ev komîsyon jî ji bo hayjêhebûnê zêde bike dixebite." 
 
'EM BÊDENG NEMAN'
 
Kesîktaşê diyar kir ku kampanyaya EŞÎK'ê ya derbarê Peymana Stenbolê de li gelek deverên cîhanê deng vedaye û piştgiriya wê tê kirin. Kesîktaşê destnîşan kir ku ev tiştekî pri girîng e û got: "Ev yek em dilxweş kirin. Ji lewra em rêxistinên jinan tu carî ji bo gefên li peymana Stenbolê tên xwarin bêndeng neman." 
 
BARÊ JINAN GIRAN BÛ 
 
Her wiha Kesîktaşê bal kişand ser raporên ku ji aliyê pisporên GREVIO'yê ve tên amadekirin jî û got, peywira meclîsê jî ew e ku van raporan wergerîne tirkî û divêtiyên tê de cih digirin pêk bîne. Kesîktaş got: "Heger peyman pêk neyê wê pêşî li ber şidetê neyê girtin. Demildest berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Di dema pandemiyê de jin bêtir bi tahdeyê re rû bi rû man. Barê jinên li malê dixebitin zêde bû. Li Îzmîrê piştî erdhejê barê jinan girantir bû." 
 
BANG LI MECLÎSÊ KIR 
 
Kesîktaşê got: "Em bang li meclîsê dikin ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Rojê Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jin, danişîneke taybet li dar bixe û ji bo Peymana Stenbolê pêk bê peywira xwe ya venêranê pêk bîne. Parlementer her roj diaxivin. Em diwazin wê rojê maskeyên li ser 'Peymana Stenbolê Jiyan e' bi kar bînin û ji bo me, pêşîlêgirtina şidetê bikin rojev. Tahdeya li jinê tê kirin binpêkirina mafan e. Îşkenceyeke sîstematîk e. Sûc e, li dijî mirovahiyê."
 
MA / Sevda Aydin

Sernavên din

27/11/2020
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê
14:53 Welatiyê ku polis wî derp kiribû jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
14:15 Daxwaza girtinê ya profesrorê bersûcê destdirêjiyê dîsa hat redkirin
13:51 Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin
13:15 Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin
12:45 Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin
12:36 Rojnamegerên Wanê: Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin
12:31 19 sal ceza li zilamê xwest bikuje hat birîn
12:19 Li Bûrsayê 2 parêzer hatin binçavkirin
11:48 Ji siyasetmedarên jin ên girtî peyama 25'ê Mijdarê
11:45 Berktay: Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye
11:37 Ji qeyûmê Wanê afîşên zayendperest ên 25’ê Mijdarê
11:04 Karkerên li Gebzeyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dolar cardin bû 8 TL
10:26 Şeker: Dozger û dadger bi fezleketiyên li pêş xwe dilîzin
10:09 Hêjmara betalên Tirkiyeyê dê ji 4.7 milyonan derkeve 11.7 milyonan
10:03 Girtîgeh elerm didin: Dixwazin tecrîda Îmraliyê belav bikin
09:15 Bi îdiaya ku 'tif kiriye' bi tawanbariya 'propgandaya rêxistinê' lêpirsîn dan destpêkirin!
09:14 Beyazbûlût: TUÎK rastiya betaliyê vedişêre
09:14 Berî encama DNA'yê diyar bibe cenaze li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene
09:12 Kesê ku keçika 7 salî kuşt, piştî 8 salan hat girtin
09:11 Standina kulîlkan jî sûc hatiye hesibandin!
09:11 Aşkin ya ku ji ber tahdeya mêrî seqet bû, bersiva Soylû da: Arvanê xwe li aş dike
09:10 'Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse'
09:09 Ji ber têkiliya bi 'gurgebozan' re bertekên li hemberî Tirkiyeyê zêde dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2020'AN
24/11/2020
21:44 Nûçegihanê me birin Erziromê
20:00 161 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:35 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
16:24 Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand
15:41 Dadgehê cezayê giran li 8 kesan birî