Çelîk: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî firsendên mezin bi dest bixin

  • rojane
  • 10:12 24 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk, anî ziman ku di sedsala 21'an de li ruxmê talûkeyan, gelek firsendên mezin li pêş Kurdan hene û wiha got: “Di vê pêvajoya ku rîsk û talûke zêdene de em karibin yekîtiya neteweyî ava bikin, dê qezenç bibe ya hemû Kurdistanê." 

 
Piştî Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe peymana Şengalê îmze kirin û Yekîneyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên cuda bi cih bûn, rageşî zêde bû. Dîsa piştî Serokê PDK'ê Mesut Barzanî û endamên MİT'ê di 27'ê Cotmehê de civîn li dar xistin bertek û nerazibûn zêde bûn. Piştî civîna ku Barzanî serokatiya wê kir 3 saetan berdewam kir, biryar dan ku li dijî Garê dest bi operasyonê bikin. Biryar dan ku bi operasyona Tirkiyeyê re hevpar tev bigere. Têkildarî geşedanên li herêmê Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ye berê Demir Çelîk, nirxandin kir. Çelîk, da zanîn ku li ruxmê talûkeyên mezin firsendên dîrokî li pêş kurdan in û wiha got: "Di vê pêvajoya ku talûke û rîsk zêde ne de divê Kurd bi feraseta yekîtiya neteweyî tev bigerin. Kurd bibin yek dê bibin xwedî statu." 
 
'HEWLER BÛYE QADA HEGOMONÎK A TIRKIYEYÊ'
 
Çelîk, anî ziman ku Statuya ku Herêma Kurdistana Federe di sala 1991'an de bi dest xist, hemû kurd nexistin bin sîwana xwe û wiha got: “Statuya wê demê hat bidestxistin, ji bo xizmeta hemû Kurdan bike pêş nexistin. Tenê hesasiyetên herêmê esas girtin û xwe bi sînor kirin. Bû bloka herêmê. Bi hevesa dewletê tev geriya. Ev helwesta wan kêrî dewletên ku Kurdistan dagir kirine tê. Hewlêr û Herêma Federe a Kurdistanê bûye qada hegemonik a Tirkiyeyê. Bi çavdêriyên 10 sal berê me dizanibû dê rewşek wekî îro derkeve holê. Piştî malbata Barzanî bi Tirkiye re kar kir, qirêj bû." 
 
'JI BER SEKNA BARZANÎ ZÊDEYÎ 40 BARAGEHÊN ESKERÎ LI HERÊMÊ HATIN AVAKIRIN' 
 
Demîr Çelîk, destnîşan kir ku Mesut Barzanî beriya hilbijartina referandumê pêk bîne fikar û nerînên Kurdên cudan li ber çavan negir û wiha lê zêde kir: "Li ruxmê ew qas tişt winda kirine jî dîsa li gorî berê tev digere û derst dernaxe. Yên ewil encama Referandumê nas nekirin Tirkiye û Îran bû. Herdu jî li dijî encama referandumê sekinîn. Herdu welatan jî gefa ambargoya aborî û siyasî xwarin. Li gel vê yekê jî malbata Barzanî bi Tirkiye re kar kir. Ji ber vê yekê Barzanî zêdeyî 40 barageh pêşkêşî Tirkiyeyê kirine. Di serî de esker, endamên MÎT'ê û endamên El Kaidê li herêmê tolazan didin xwe." 
 
ARMANCA TIRKIYE BAŞÛR DAGIR BIKE YE' 
 
Demîr Çelîk, da zanîn ku armanca Tirkiye ya li Herêma Kurdistana Federe ne li dijî bicihbûna PKK’ê ya li Qandîlê ye û wiha got: "Armanca dewleta tirk ewe ku başûr bêtir dagir bike. Bêtir mêtîngeriya li herêmê pêş bixe. Di serî de dixwaze Başur û Rojava bi tevahî dagir bike. Dixwaze hersê perçeyên Kurdistanê jî têxe bin dagirkerî û mêtîngeriya xwe. Hikûmeta Sûriye dagirkeriya Efrîn, Grê Spî û Serêkanîyê îtîraz nekir. Dîsa li dijî dagirkeriya Musul û Kerkukê Hikûmeta Iraqê û herêmê bêdeng ma. Ev nîşan dide ku hewldanên Tirkiye ji daxwaza şerê navbera PKK û PDK'ê zêdetir dixwaze serdestiya li ser Kurdan pêş bixin." 
 
KURD HEM BI TALÛKEYÊN MEZIN HEM JÎ BI FIRSENDÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ NE' 
 
Demîr Çelîk, li ser pêjeroja Kurdan jî rawestiya û wiha axivî: "Eger em van talûke û firsendan nebinin û wekî serdema Yekemîn Şerê Cîhanê tev bigerin em ê winda bikin. Em di serdema Yekemîn Şerê Cîhanê de xwedî malbat û eşîr bûn. Lê me ruh û nasnameya yekîtiya kurdan û Kurdistanî bi rêxistin nekir. Ev kêrî pergala kapitalist hat. Kurdistan pêşkêşî netew dewletan kir. Niha jî em wekî berê tev bigerin talûkeyên mezin li pêş me ne. Ger ku em bi ruh û hişmendiya yekîtiya neteweyî tev bigerin em dikarin vê talûkeyê bikin firsendên mezin. Eger Tevgera Azadiya Kurd tunebûya, îro dibû ku Rojava di destê DAIŞ'ê de bûya. Eger em şaşiyê berê nebînin û em bi hişmendiya îqtîdarê tev bigerin ev hişmendî dê Kurd û Kurdistan bide windakirin. 
 
 
Çelik, herî dawî bal kişand ser statu û yekîtiya neteweya Kurd û wiha got: "Êdî Kurd nikarin bê statu bijîn. Di 4 salên dawî de me dît ku statu tune be dê çi bê serê Kurdan. Me ev yek li Bakurê Kurdistanê dît. Êdî tabelaya Kurdî tehamul nakin. Divê li ser esasê Kurdistanê û Statuya Kurdistanê em têbikoşin. Eger em bi hevre tev bigerin û bi ruhê neteweya Kurd têbikoşin, em têkoşîna peşmerge û gerilla ya 4 perçeyên Kurdistanê bikin yek dê hemû Kurdistan qezenç bike. Dê bibe qezenca hemû Kurdistanê. Heviya me mezin e. Bes em wêneyê mezin ê tevahiya  Kurdistanê bibînin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 
 
 

Sernavên din

27/11/2020
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê
14:53 Welatiyê ku polis wî derp kiribû jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
14:15 Daxwaza girtinê ya profesrorê bersûcê destdirêjiyê dîsa hat redkirin
13:51 Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin
13:15 Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin
12:45 Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin
12:36 Rojnamegerên Wanê: Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin
12:31 19 sal ceza li zilamê xwest bikuje hat birîn
12:19 Li Bûrsayê 2 parêzer hatin binçavkirin
11:48 Ji siyasetmedarên jin ên girtî peyama 25'ê Mijdarê
11:45 Berktay: Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye
11:37 Ji qeyûmê Wanê afîşên zayendperest ên 25’ê Mijdarê
11:04 Karkerên li Gebzeyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dolar cardin bû 8 TL
10:26 Şeker: Dozger û dadger bi fezleketiyên li pêş xwe dilîzin
10:09 Hêjmara betalên Tirkiyeyê dê ji 4.7 milyonan derkeve 11.7 milyonan
10:03 Girtîgeh elerm didin: Dixwazin tecrîda Îmraliyê belav bikin
09:15 Bi îdiaya ku 'tif kiriye' bi tawanbariya 'propgandaya rêxistinê' lêpirsîn dan destpêkirin!
09:14 Beyazbûlût: TUÎK rastiya betaliyê vedişêre
09:14 Berî encama DNA'yê diyar bibe cenaze li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene
09:12 Kesê ku keçika 7 salî kuşt, piştî 8 salan hat girtin
09:11 Standina kulîlkan jî sûc hatiye hesibandin!
09:11 Aşkin ya ku ji ber tahdeya mêrî seqet bû, bersiva Soylû da: Arvanê xwe li aş dike
09:10 'Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse'
09:09 Ji ber têkiliya bi 'gurgebozan' re bertekên li hemberî Tirkiyeyê zêde dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2020'AN
24/11/2020
21:44 Nûçegihanê me birin Erziromê
20:00 161 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:35 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
16:24 Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand
15:41 Dadgehê cezayê giran li 8 kesan birî