Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e

  • rojane
  • 09:07 15 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Girtî Sertaç Kiliçaslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimîne, diyar kir armanca çalakiya wan a greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ji bo azadiya Ocalane û got: “Ger daxwazên me neyin qebûl kirin, çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.” 

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Oclaan û binpêkirinên mafên mirovan, di 27’ê Mijdarê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Girtiyên kom bi kom 5 rojan di greva birçîbûnê de dimînin, 19 rojin çalakiya xwe dewam dikin. Girtî Sertaş Kiliçaslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a navçeya Bûca ya Îzmîrê dimîne û di koma greva birçîbûnê ya dawî de cih digire, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, bal kişand ser daxwazên xwe û armanca çalakiya xwe vegot.  
 
ARMANC AZADIYA OCALANE 
 
Kiliçaslan, diyar kir ku nêzî 15 saline girtiye û wiha axivî: “Em di salên 2012 û 2018’an, ketin greva birçîbûnê. Di çalakiyên grevên birçîbûnê yên berê de, daxwaza me ya bingehîn rakirina tecrîda li ser Ocalan bû. Daxwaza me ya nih ajî azadiya Ocalane. Gelo çima em azadiyê dixwazin? Ji ber ku heya rêberê gelekê azad nebe, ew gel jî azad nabe. Niha gelê kurd dibêje Ocalan rêberê mine. Wê demê çawan dibe ku rêberê gelekê di girtîgehê bê girtin? Ev rewşekê ku nayê qebûl kirine. Li tu devera cîhanê ev yek nayê qebûl kirin. Nêzîkatiya li hemberî rêberekê çibe, nêzîkatiya li hemberî gelekê jî hemane. Ger kesek gel qebûl nake, wê demê rêberê wê jî qebûl nake. Ev dewlet, çi dema ku rêberê gelê kurd serbest berde, wê demê em dikarin bêjin ku ‘belê gelê kurd û vîna wê hatiye qebûlkirin.’” 
 
‘EM AZDIYA CIVAKÊ DIXWAZIN’
 
Kiliçaslan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Çi roja ku Ocalan azad bibe, wê aştî, azadî û demokrasî li Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêş bike. Em jî vê dixwazin. Em ne tenê dixwazin tecrîda li ser kesekê rabe û azad bibe. Em dixwazin di şexsê azadiya rêbertiya xwe de gelên Tirkiyê û Kurdistanê azad bibin. Ji bo vê me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Em azadiya hemû civakê dixwazin û hemû civak jî vê yekê dixwaze.” 
 
HIŞYARIYA ‘BÊDEM Û BÊDORVEGER’ KIR 
 
Kiliçaslan, da zanîn ku ew niha bi awayekê bêdem û dorveger greva xwe ya birçîbûnê dewam dikin û wiha dewam kir: “Ger daxwazên me neyin bi cih anîn, emê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherînin çalakiya bêdem û bêdorveger. Divê gel bi hestiyar tevbigere û bertek nîşan bide. Ji ber ku ger rêberê gelekê ne azad be, ew gel jî ne azade. Vîna gel, çawan dibe ku vê tecrîdê qebûl bike? Ji bo vê em dibêjin ‘divê rêberê me azad be.’ Ev azadî azdiya hemû civakê ye. Çi ji destê kî bê divê bikin. Ji destê me jî ev yek tê. Ji ber vê me dest bi greva birçîbûnê kir. Divê hemû gel piştgiriyê bide çalakiya me.” 
 
‘MAFÊN ME JI DESTÊN ME GIRTIN’
 
Derbarê coş û keyfxweşiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî Kiliçaslan, ev agahî dan: “Keyfa me pir keyfxweşin. Em ji her demê zêdetir xwe baş hîs dikin. Piştî me dest greva birçîbûnê kir, zextên li ser me zêdetir bûn. Hemû mafên me ji destê me hatine kirin. Pandemiyê dikin hincet. Em nikarin ji bilî 4 dîwaran derkevin derve. Berê em ji qawîşên xwe derdiketin û diçûn qadên spor û sohbete. Lê ev mafên me jî, bi hinceta pandemiyê ji destên me kirin. Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vê hincetê nadin me. Gelo çi eleqeya rojnameyê bi pandemiyê re heye? Dest danîn ser radyoyên me. Girtekên me ji me girtin. Em di pirsin, gelo çi eleqaya van binpêkirinên mafan bi pandemiyê re heye? Lê em baş dizanîn tu eleqeya xwe bi pandemiyê re tuneye.” 
 
HER MEH BI SER QAWÎŞAN DE DIGIRIN
 
Sertaç Kiliçaslan, dest nîşan kir ku rayedarên girtîgehê her me bi ser qawîşên wan de digirin û ev bang li raya giştî kir: “Gardiyan qawiş bi qawîş digerin. Ka ji xwe ve pandemî hebû? Ger pandemî heye, wê demê  hûn çima wiha dikin? Her roj operasyonan li dar dixin, mirovan binçav dikin û digirin. Her roj bi sedan esker derdikevin operasyonan. Ka ji xwe ve pandemî hebû? Li tevahiya cîhanê, di pêvajoyên pandemiyê de, şer radiwestin. Li li Tirkiyeyê, şer dijwartir bû. Pirsgirêk ne pandemiye, ew bixwe ne. Ji bê em banga hestiyariyê li tevahiya raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

18/12/2020
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin