'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan

  • rojane
  • 09:09 15 Kanûn 2020
  • |
img

WAN – Li Bajarê Wanê ku herî dawî 2 mirov ji helîkopterê avêtin û îşkence li wan kir, bi qedexeya çalakiyên kolanan tê nasîn û zanîn. Li Wanê di 9 mehên dawî de Hezar û 721 mafên mirovan hatin binpêkirin. Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevim Çiçek, diyar kir ku binpêkirina mafan êdî wan dixe nava fikaran. 

Piştî di sala 1948'an de Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî hat îmzekirin, her sal li Tirkiyeyê di nava 10-17'ê kanûna de parazvanên mafên mirovan vê hefteyê pîroz dikin. Wekî salên borî, îsal jî wekî gelek bajarên Tirkiyeyê li Wanê jî binpêkirina mafan zêde bû. Yek ji bajarê herî zêde mafên mirovan hat binpêkirin Wan bû. Her çend Rewşa Awarte (OHAL)  rabû jî dîsa li Wanê rewşa awarte dewam kir û mafên mirovan hatin binpêkirin. Li Wanê 5 salin qedexeyên derketina kolanan a çalakgeran hatiye qedexekirin. Çalakî û şahî tenê ji hêzên muxalif re hatine qedexekirin. Herî zêde maf ji aliyê polîs û eskeran ve hatin binpêkirin. 
 
WAN BI BINPÊKIRINA MAFAN HAT ROJEVÊ 
 
Bajarê Wanê herî zêde bi îşkenceya li 3 zarokên ku serê wan xistibûn klozetê hatibû rojevê. Dîsa gundiyên ku li Navçeya Westanê kîvark kom dikirin û îşkence li wan hatibu kirin bûbû rojev. Sûcên li dijî penaberan jî rojevek taybet bû. Herî dawî li Navçeya Şaxê ya Wanê eskerên derketin operasyonê 2 welatî bi îşkenceyê binçav kirin û piştî binçav kirin ji raporlarê avêtin xwar. Di bûyerê de welatî Osman Şiban bi giranî birîndar bû û Servet Turgut jî piştî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. 
 
Piştî bûyerê Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) yên Wanê Adnan Bilen û Cemil Ugur, Nûçegîhana Jinnewsê Şehbiran Abî û Rojnameger Nazan Sala, piştî 3 rojan di bin çavan de man, di 9'ê Cotmehê de şandin dadgehê û dadgehê jî biryara girtina  wan da. Piştî wê vê carê bi ser mala nûçegîhanê MA'yê Dindar Karataş de girtin û binçav kirin. 
 
DI 9 MEHAN DE HEZAR Û 721 MAF HATIN BINPÊKIRIN
 
Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê (ÎHD) li herêmê binpêkirina mafan didome. Li gorî rapora îHD'ê di 9 mehên ewil de li bajar herî kêm Hezar û 721 maf hatin binpêkirin. 
 
Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirk (TİHV) a Wanê Sevim Çiçek  li ser rewşa mafên mirovan axivî. 
 
REWŞA HEYÎ MIROVAN DIXE NAVA FIKARAN
 
Çîçek, anî ziman ku îqtîdarê darbeya eskerî ya 2016'an ji bo xwe kiriye firsend û wiha got: "Hikûmetê bi OHAL'ê rê li pêş rejîma Otoriter vekir. Di dîroka komarê de tu carî binpêkirina mafan bi dawî nebûye. Lê binpêkirinên mafan ên ku niha pêş dixevin mirovan dixin nava fikaran. Sedema vê yekê ji ber ku îqtîdar bi polîtîkayên ewlehiyê tev digere. Tenê li Wanê her ji 15 rojan carekê "Çalakî û bernameyan qedexe dikin." Ji ber qedeeyan welatî nikarin mafên xwe yên zagonî pêk bînin û nikarin ji zagonan sûdê bigirin. 
 
'DI BIN ÇAVAN DE SERÊ WAN XISTIN KLOZETÊ'  
 
Çîçek, da zanîn ku di çalakî û bernameyên civakî yên demokratîk de tundiya zilam derdikeve pêş u wiha got: "Polîs û eskerên vê tundiyê dikin aşkere dikin. Kesên tên binçavkirin li qereqolê jî îşkence li wan tê kirin. Dema bi ser malan de digirin bi saetan ew li erdê dirêj kirin. Li vir armanc dikin ku polîtîkaya perçekirin û pûçkirinê pêş bixin. Kesên di bin çavan de tên girtin de di şertên paqij de ne. Pêdiviya  xwarin û xwedîkirinê nadin girtî û kesên di bin çavan de. Kesên tên binçavkirin û girtin mafê wan ê tenduristiyê ji destê wan tê girtin. Ser îşkenceyê vedişêrin. Kesên ku îşkence lê tê kirin, li gel ku li dozgeriyê di îfadeyên xwe de tînin ziman jî der barê kesên îşkence kirine de lêpirsîn nayê vekirin." 
 
8 SIVÎL BI GULEYÊN ESKER Û POLÎSAN HATIN KUŞTIN 
 
Çîçek, destnîşan kir ku di mehên dawî de 8 sivîl bi çekên polîs û eskeran hatine kuştin û wiha lê zêde kir: "Kesên ku di bin çavan de îşkence li wan tê kirin û ev yek di çapemeniyê de xuya dibe, Walîtî helwestek "kevneşopî" nîşan dide. Kesê tê binçav kirin çi dike bila bike divê neyê înfazkirin û îşkence lê neyê kirin. Lê Walîtî bi daxuyaniyê mextûr bêtir dawanbar dike û faîl diparêze. Rojnameger, parêzer û saziyên ku vê rastiyê tînin ziman, dibin hedef. Weki kesên perçekar tên tawanbarkirin. Walîtî bi van daxuyaniyan armanc dike ku faîl u sucdar biparêze. Sedema îhlalên zêde dibe polîtîkayên "Bêcezakirinê " ye. 
 
Çiçek, herî dawî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha lê zêde kir: "Di pêvajoya şewbê de bêtir mafên girtiyan hat binpêkirin. Girtî di kawîşê qelebalix de girtî ne. Hîn girtî li erdê radizên. Li girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Ji ber tecrîd heye girtiyan dest bi grevê kirin. Li Girtîgehan tecrîd heye. Tecrîd îşkence ye. Kî dibe bila bibe divê li gorî kesan pêkanînên taybet neyên kirin." 
 
Çîçek, anî ziman ku bazirganiya Mirovan tê kirin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Girtî û penaber bi tu awayî ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagirin. Jin û zarok bi tundiya zayendî re rû bi rû dimînin. Kesên penaber ji ber gefên wan dersînor bikin li wan tê xwarin nikarin qala van binpêkirinan bikin." 
 
MA / Mujdat Can 
 
 

Sernavên din

18/12/2020
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin