Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome

img
 
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê, rapora Girtîgehên Herêma Marmara ya 3 mehan naşkere kir. Komîsyonê destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî girtiyan îşkence, lêgerina tazî zêde dibe û didome.   
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, rapora binpêkirina mafan a li Girtîgehên Herêma Marmara ya mehên cotmeh, mijdar û kanûnê bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û girtî bi awayekî fîzîkî û derûnî bi îşkenceyê re rû bi rû drimînin. Komîsyonê destnîşan kir ku girtî dîsa bi lêgerînatazî re rû bi rû dimîn u ev sepandin her ku drikçe zêvde dibe. 
 
Komîsyonê da zanîn ku wan li Girtîgehên Tîpa F a Edirne, Girtîgehên Hêjmar 1 û 2  yên Tekîrdag, Girtîgehên Tîpa T a Hêjmar 1-2 yên Tekirdag, Girtîgeha Tipa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrî, Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoy, Girtîgeha Tîpa R a Metrîs, Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepe, Girtîgeha Jinan a Gebze, Girtîgehên Tîpa F a Hêjmar 1-2 ên Kandira, Girtîgeha Tîpa D a Duzce û Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi girtiyan re rû bi rû hevdîtin kirine û li gorî wê ropor amade kirine. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku girtiyan destnîşan kirine ku girtî li dijî daxwazên wan sirgûnî girtîgehên din tên kirin. Girtiyan anîn ziman ku dema sewq dikin îşkence li wan tê kirin. 
 
Komîsyonê di raparê de bal kiyand ser van îhlalên mafan: 
 
“* Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tekirdagê girtî li dijî daxwaza wan tên sewk kirin. Girtî Yasin Eneç di ketina girtîgehê de bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye. Lê ji ber Eneç lêgerîn qebûl nekiriye îşkence li wî kirine û der barê wî de lêpirsîn dane destpêkirin. 
 
* Girtî Tarik Kar ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bêyi daxwaza wî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandiraye kirine. Kar di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wî kirine. Kar ji ber lêgerîn qebûl nekiriye gardiyanan îşkence lmi wî kirine. 
 
* Li Girtîgeha Jinan a Gebze ji ber kawîşa karantînayê tune, hucre kirine hucreya karantînayê. Li hucreyê şibake tune û hewa nastîne. Girtî rojê saetekê dikarin hewa paqij bistînin. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî di pêvajoya şewbê de rojê saetekê dikarin hewa bistînin.
 
TECRÎD GIRAN KIRIN
 
Komîsyonê di raporê de ani ziman ku şertên tecrîdê bêtir giran bûne û wiha lê zêde kir: "Li girtîgehan tecrîd her ku diçe girantir dibe. Gelek girtî di hucreyên biçûk de tên girtin. Girtî di aliyê fîzîkî û derûnî de pirsgirêkan dijîn. Tecrîd bandorê li ser ruh û bedena girtiyan dike û ev yek bandorê li ser tenduristiya wan dike. Ev yek li dijî hiqûqê qe. Rûmeta mirovan tê şikandin. Di pêvajoya pandemiyê têkiliyên girtiyan hem bi girtiyên li hundir û hem jî bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku qada hevpar, mafê sohbetê, xwegihandina tenduristiyê û gelek mijarên din di astek cidî de hatine astengkirin û binpêkirinên girtî pê re rûbirû mane wiha ne: 
 
“* Ji meha adarê û vir ve gelek faaliyet û mafên girtiyan hatine astengkirin.
 
* Li girtîgehên Bolû, Duzce, Kandira, Gebze, Tekîrdag û Edîrneyê mehê carek destûr tê dayîn derkevin sporê. 
 
* Li girtîgehan tengezariya mafê xwegihandina tenduristiyê li ser hev didome. Girtîgeh ji bo tenduristiya girtiyan xeternakek mezin e. Girtî bi pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê re rûbirû mane. 
 
* Girtiyan dernaxin revîrê, nayên muayenekirin û nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê jî tenduristiya girtiyan di bin xetereyên mezin de ye. 
 
* Li Girtîgeha Maltepe sewqa girtiyan ji bo nexweşxaneyan nayê kirin û dermanên girtiyan birêkûpêk nadin wan. Kêmasî di derman dayînê de heye. Girtiyan dernaxin revîrê. 
 
* Li Girtîgeha Sîlîvriyê bi hêceta ku bijîşk nîne daxwaza girtiyan bo revîrê tê redkirin. 
 
* Li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan daxwaza testkirina koronayê ya girtiyan tê redkirin. Girtiyên rewşa wan giran Fatma Tokmak, Jiyan Erdînç, Hazîna Avci, Felek Gun, Şîvekar Acar û Sureyya Bûlût bi xetereya koronayê re rûbirû ne û daxwazên wan ên ji bo li nexweşxaneyê werin dermankirin tên redkirin. 
 
DAXWAZÊN GIRTIYAN PÊŞWAZÎ NAKIN 
 
Di rapora ku qala çalakiya greva birçîbûnê jî kir de cih da van gotinan: 
 
"*Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê têra girtiyên ku ketine çalakiya greva birçîbûnê şekir nadin wan, der barê wan de lêpirsînên dîsîplînê dane destpêkirin û ceza dane wan.
 
* Rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Maltepeyê cezayê dîsîplînê da girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de.
 
* Daxwazên girtiyên Girtîgeha Jin a Bakirkoyê yên şekir bi hinceta li qantînê tune nadin wan." 
 
ENCAM: TECRÎDÊ RAKIN
 
Komîsyonê di beşa encama raporê de jî diyar kir ku bi hinceta şewba vîrûsa koronayê mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin û tecrîd giran kirine. Ji bo ku zêdetir mafê jiyanê yê girtiyan neyê binpêkirin divê tecrîdkirina Ocalan û îhlalên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. 
 
 
 

Sernavên din

08/01/2021
15:11 3 jinên siyasetmedar li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:05 Nûçegihanê me Aslan sewqî edliyê kirin
14:59 Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe
14:58 Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
14:49 Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang
14:48 EBTO’yê banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp kir
14:36 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:13 'Em mafê xwe dixwazin'
14:00 BTS: Hûn bi sirgûnan nikarin me têk bibin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê kurdî li saziyên dewletê tê qewirandin
13:48 Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn
13:36 Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan
13:27 Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan
13:24 Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin
13:05 Polîsan park dorpêç kir: Girse ji bo yekîtiyê bi israr e
13:04 Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin
12:51 Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da
12:47 Greva birçîbunê ya li Yunanîstanê di rojan 5’emîn de didome
12:33 Di îdianameya Kobanê de beyanên îtîrfakaran bi nakokî ne
11:37 AKP’iyan alîkariya dewletê bikar anîn!
11:09 YSK’ê wî ji peywîr girt, Wezaretê wî kir şêwirmend
10:36 Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn
10:35 Nasnameya penaberek din a karesata keştiyê eşkere bû
10:06 Ji ber zarokên wê zextan li Dayika Aştiyê dikin
10:01 Xwendekarên YYU'yê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
09:45 ‘Li ser erdnîgariyekê qirkirina zayendekê hebe, li wir aştî tuneye’
09:30 Greva birçîbûnê di roja 43'yemîn de berdewam dike
09:20 Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye
09:11 Nûnerên rêxistinên sivîl: Ev qanûn dê mafên demokratîk binpê bike
09:11 Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?
09:10 ‘DMME, dê di doza Guven de jî biryara binpêkirinê bide'
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe